Ji PKK’ê biryara dîrokî: Me xebat bi dawî kirin

  • rojane
  • 09:02 12 Gulan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Encama Danezana Kongreya 12’emîn a PKK’ê hate ragihandin. PKK'ê di danezana kongreyê de got; “Me xebatên xwe bi dawî kir.” Kongre, diyariyî ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate kirin. 

PKK’ê di 12’ê Gulanê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku wan li ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de, 12’emîn Kongreya xwe li dar xistine. PKK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan Kongreya xwe ya 12’emîn di 5-7’ê Gulanê de li dar xistine û dê agahî û belgeyên têkildarî encam û biryarên kongreyê di demeke nêz de bi raya giştî re parve bikin. 
 
ENCAMA DANEZANA KONGREYÊ HAT AŞKERAKIRIN 
 
PKK’ê, encamnameya Kongreya 12’emîn aşkera kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); di encamnameyê de wiha hate gotin: “Pêvajoya Rêber Abdullah Ocalan ku bi daxuyaniya 27’ê Sibata 2025’an dest pê kiriye, bi xebatên ku ji gelek aliyan ve daye meşandin, di bin ronahiya perspektîfên ku bi şêwazên cuda pêşkêş kiriye de Kongreya Partiya me ya 12’emîn di dîrokên 5-7’ê Gulanê de civiya û bi serketî temam bû.” 
 
232 DELEGE TEV LI BÛN
 
Di encamnameyê de wiha hate gotin: “Kongreya me rexmî pevçûnên ku dewam dikirin, êrîşên hewayî û bejahî yên didomiyan, dorpêçkirina li sar qadên me û ambargoya PDK’ê ya di şertên dijwar de berdewam dikir bi awayekî ewlehî pêk hat. Kongre ji ber sedemên ewlehiyê li du qadên cuda bi awayekî hemwext çêbû. Bi tevahî bi beşdariya 232 delegeyan Kongreya PKK’ê ya 12’emîn bi nîqaşkirina mijarên weke Rêbertî, Şehîdan, Gazîyan, Hebûna Rêxistinî ya PKK’ê û Rêbaza Bidawîkirina Têkoşîna Çekdarî û Înşaya Civaka Demokratîk ji bo Tevgera me ya Azadiyê biryarên dîrokî yên destpêka qonaxeke nû îfade dikin girt.” 
 
'XEBATÊN PKK’Ê HATIN BIDAWÎKIRIN’
 
Bi domdarî di encamnameyê de wiha hate gotin: “Kongreya PKK’ê ya 12’emîn a Awarte nirxand ku têkoşîna PKK’ê siyaseta înkar û îmhayê ya li ser gelê me parçe kiriye, pirsgirêka Kurd bi riya siyaseta demokratîk aniye noqteya çareseriyê, ji vê hêlê ve PKK mîsyona xwe ya dîrokî temam kiriye. Li ser vî bingehî Kongreya PKK’ê ya 12’emîn, ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber APO ve bê meşandin û birêvebirin biryarên fesihkirina avahiya rêxistinî ya PKK’ê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî girtiye û xebatên li ser navê PKK’ê daye meşandin bi dawî kiriye.”  
 
Danezan wiha domiya: 
 
Partiya me PKK; li dijî siyaseta înkar û îmhaya Kurd ku çavkaniya xwe ji Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924’an girtiye, weke tevgera azadiyê derketiye ser dikê dîrokê. Di wexta avabûnê de bandorên sosyalîzma pêkhatî jiya û rêgeza ku netewe mafên xwê yên qedera xwe tayîn dikin pejirand, li ser bingehê stratejiya têkoşîna çekdarî têkoşîneke mafdar, rewa meşand. PKK di şert û mercên ku înkara Kurd bi hişkî dihat meşandin, siyaseta îmhayê ya xwe dispêrê vê, polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê serwer bûn de şekil girt. Bi têkoşîna azadiyê ku ji 1978’an ve daye destpêkirin ev tişt ji xwe re esas girtiye; hebûna gelê Kurd bide qebûlkirin û pirsgirêka Kurd weke realîteya bingehîn a Tirkiyê bê dîtin. Li ser vî bingehî di encama têkoşîna ku bi serketî daye meşandin de li ser navê gelê me bi pêkanîna şoreşa vejînê bûye sembola lêgerîna jiyana birûmet û hêviya azadiyê ya gelên herêmê.   
 
Ji aliyê gelê me ve şoreşa me ya vejîne di şert û mercên salên 1990’î de rê li pêşiya pêşketinên mezin vekir û di Serokomarê Komara Tirkiyê Turgut Ozal de lêgerîna pirsgirêka Kurd bi riya siyasetê bê çaresarkirin pêş ket. Rêber APO bi Agirbesta 17’ê Adara 1993’yan bersiv da vê lêgerînê û pêvajoyek nû da destpêkirin. Encax bandorên giran ên sosyalîzma pêkhatî, têgihiştinên çetewarî yên li ser xeta me ya şer dihatin ferzkirin û dewleta kûr ku Turgut Ozal û ekîba wê ji holê rakir, encama mezinkirina şer a di israrkirina siyaseta înkar û îmhayê ya Kurd de ev pêvajoya nû sabote bû. Bi hezaran gund hatin valakirin û şewitandin. Bi mîlyonan Kurd ji warê bav û kalên xwe hatin koçberkirin, bi deh hezaran kes di îşkenceyan re derbas bûn û avêtin zîndanê û bi hezaran jî bi awayê kujerên wan nayê zanîn hatin qetilkirin. Beranberî vê yekê Tevgera Azadiyê hem weke çendanî hem weke çawanî mezin bû, şerê gerîla belavî Kurdistan û Tirkiyê bû. Bi bandora şerê ku gerîla meşand gelê Kurd rabû serhildanê. Bi vî rengî ji aliyê her du terefan ve şer bû hilbijêrka sereke. Dubareya ku şer beranberî hev hat mezinkirin nehat borandin. Ji ber vê hewldanên Rêber APO yên pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane û demokratîk çareser bike bêencam ma. 
 
 
PÊVAJOYA KOMPLOYÊ
 
Pêvajo bi komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an re veguhezî merhaleyeke cuda. Di vê pêvajoyê de hedefeke girîng a komployê şerê Kurd-Tirk bû, bi saya hewldan û fedekariyên mezin ên Rêber APO ev hat astengkirin. Rexmî ku di pergala qirkirin û îşkenceyê ya Îmraliyê de dihat girtin israra xwe ya ji bo pirsgirêka Kurd bi riyên aştiyane û demokratîk çareser bibe berdewam kir. Rêber APO ku ev 27 sal in di bin tecrîda teqez de tê hiştin, bi têkoşîna xwe ya li dijî pergala qirkirinê ya Îmraliyê komploya navneteweyî pûç kir. Di têkoşîna bi komploya navneteweyî re bi dahûrandina pergala desthilatdar-dewletdar a serweriya mêr, paradîgmaya civakî ya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê pêşxist. Bi vî rengî ji bo gelê me, jin û mirovahiya bindest pergala azadiyê ya alternatîf şênber kir. 
 
Rêber APO têkiliyên Kurd-Tirk ên bûne pirsgirêk bi referans girtina beriya Peymana Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924’an, têgihiştina Neteweya Demokratîk û perspektîfa Komara Tirkiyê ya Demokratîk ku bi esasgirtina  Welatê Hevpar û gelên Kurd-Tirk hêmanên damezirîner in weke çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd qebûl dike. Serhildanên Kurd ên di dîroka Komarê de pêkhatine, diyalektîka têkiliyên Kurd-Tirk ên dîroka hezar salî û têkoşîna 52 salan a Rêbertiyê nîşan dide ku pirsgirêka Kurd encax bi çareserkirina li ser esasê Welatê Hevpar û Welatiyên Wekhev ew ê bide qezenckirin. Di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de pêşketinên rojanê yên li Rojhilata Navîn tên jiyîn jî jinûve vesazkirina têkiliyên Kurd-Tirk bivê nevê ferz dike. 
 
Gelê me yê bi rûmet û berxwedêr ku ev 52 sal in li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê, siyaseta înkar û îmhayê, bi şertê dayîna bedelên mezin xwe tevli meşa PKK’ê û Rêbertiyê kirine, ew ê bi awayê hîn serwextkirî û rêxistinkirî xwedî li vê pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî derkevin. Em ji gelê xwe tam bawer in ku biryara fesihkirina PKK’ê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî ew ê ji her kesî hîn baştir fêm bikin, li ser bingehê înşaya civaka demokratîk ew ê li erkên xwe yên qonaxa têkoşîna demokratîk derkevin. Gelê me ew ê bi pêşengiya jin û ciwanan, ew ê li her qadan rêxistinbûna xwe ava bikin, bi zimanên xwe, bi nasnameyên xwe û bi çandên xwe li ser bingêhê têrî xwe bikin ew ê xwe rêxistin bikin, li dijî êrîşan ew ê bikaribin xwe biparêzin û bi ruhê seferberiyê înşakirina civaka demokratîk û komûnal a heyatî pêk bînin. Li ser vî esasî em bawer dikin ku partiyên siyasî yên Kurd, rûspî û rêxistinên demokratîk ji bo demokrasiya Kurd pêş bixin û neteweyîbûna demokratîk a Kurd pêk bînin ew ê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. 
 
SIYASETA DEMOKRATÎK EW Ê HÎN XURT PÊŞ BIKEVE
 
 
Mîrateya dîroka me ya azadiyê ku bi têkoşîn û berxwedanê derbas bûye bi biryarên Kongreya PKK’ê ya 12’emîn re, bi rêbaza siyaseta demokratîk ew ê hîn xurt pêş bikeve, dahatûya gelên me ew ê li ser bingehê azadî û wekheviyê pêş bikeve. Gelên me yên hêjar û kedkar, hemû grûbên baweriyê, jin û ciwan, karker, gundî û beşên derveyî desthilatdariyê mane di ev pêvajoya aştî û civaka demokratîk de bi parastina mafên xwe di hawirdoreke adîl û demokratîk de ew ê jiyana hevpar pêş bixînin.  
 
DIVÊ MECLIS ROLA XWE BILÎZE 
 
Biryara kongreya me ya fesha PKK’ê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî ji aştiya mayînde û çareseriya demokratîk re zemînekî xurt pêşkêş dike. Pêkanîna biryarên ku mijara gotinê ne pêwîst dike ku Rêber APO pêvajoyê birêve bibe û araste bike, nasîna mafên siyaseta demokratîk û garantiya hiqûqî ya saxlem û bi tevahî ferz dike. Di vê merhaleyê de Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyê bi berpirsyariya dîrokî rola xwe bilîze girîng e. Em bang dikin ku bi heman rengî di serî de hikûmet û partiya sereke ya muxalefetê, partiyên siyasî yên temsîla wan li meclisê tên kirin, rêxistinên civaka sivîl, civatên ol û baweriyan, saziyên ragihandinê yên demokratîk, rûspî, rewşenbîr, akademîsyen, hunermend, sendîkayên karker-kedkaran, rêxistinên jin-ciwanan, tevgerên ekolojîst divê bikevin bin berpirsyariyê û xwe tevli pêvajoya aştî û civaka demokratîk bikin. 
 
Hêzên sosyalîst-çepgir ên Tirkiyê, pêkhateyên şoreşgerî, rêxistin û şexsiyet li xwedîderketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re têkoşîna gelan, jinan û bindestan ew ê asteke nû bi dest bixîne. Ev, ew ê bê wateya bi ser xistina armanca şoreşgerên mezin ku gotinên wan ên dawîn ‘Bijî Biratiya Gelên Tirk û Kurd û Tirkiyeya Tam Serbixwe!’ bûn.
 
Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û têkoşîna sosyalîzmê de ku Sosyalîzma Civaka Demokratîk nûnertiya merhaleyeke nû dike, bi pêşxistina tevgera demokrasiya global re ew ê dinyayek wekhev û adîl ava bibe. Li ser vî bingehî em bang dikin ku di serî de dostên me yên ji Pêngava Azadiya Global re pêşengtiyê dikin bi raya giştî ya demokratîk re di çarçoveya teoriya modernîteya demokratîk de piştevaniyê mezintir bikin.  
 
 
KONGRE DIYARÎ KAYTAN Û ALTÛN HATE KIRIN
 
Hêzên navneteweyî di polîtîkayên qirkirinê yên ev sedsal e li dijî gelê me tê meşandin de berpirsyariya xwe bibînin, ji çareseriya demokratîk re nebin asteng û em wan vedixwînin ku piştgiriyeke avakar pêşkêşî pêvajoyê bikin. 
Kongreya PKK’ê ya 12’emîn ku bi banga Rêbertiya me kom bû, şehadeta kadroyên pêşeng ên Partiya me Fûat-ALÎ HAYDAR KAYTAN ku di 3’yê Tîrmeha 2018’an de û RIZA ALTÛN ku di 25’ê Îlona 2019’an de şehîd bûne îlan kir. Li ser vî bingehî yek ji kadroyên pêşeng û damezirînerê PKK’ê rêhevalê Fûat-ALÎ HAYDAR KAYTAN weke sembola ‘Dilsoziya Rêbertî, Heqîqet û Jiyana Pîroz’; yek ji rêhevalên destpêkê yên Rêber APO rêhevalê RIZA ALTÛN jî weke sembola ‘Rêhevaltiya Azadiyê’ qebûl kiriye. Kongreya Partiyê ya 12’emîn a dîrokî, em diyarî her du şehîdên mezin ku ji destpêka Tevgera me ya Azadiyê de cih girtine û bi têkoşîna xwe ya bênavber ji me re pêşengtî kirine dikin, di şexsê wan de ji hemû şehîdên me yên têkoşînê re em soza xwe ya serketinê dubare dikin, em îdiaya xwe ya pêkanîna xeyalên Şehîdê Aştî û Demokrasiyê Sirri Sureyya Onder destnîşan dikin. 
 
Sosyalîzma Neteweya Dewletdar Têkçûnê Tîne; Sosyalîzma Civaka Demokratîk Digihîne Serkeftinê!
 
Israra Di Mirovahiyê De Israra Di Sosyalîzmê De Ye!"
 

Sernavên din

14:01 Pervîn Buldan ji bo biryarên PKK’ê got: Divê Meclisê bikeve dewrê
13:51 SOLDEP: Em ê ji bo aştiya civakî têkoşînê geş bikin
13:32 Bakirhan: Ji bo çareseriya pirsgirêkê tu hincet neman
13:26 Kaytan û Altûn vegot: Tu tişt bi hêsanî, bêberdêl bi dest neket
13:19 Nêçîrvan Barzanî: Biryareke dîrokî ye
13:13 Piştî daxuyaniya PKK’ê hîseyên ASALSAN’ê bê qîmet bûn
12:33 Danişîna doza 4 rojnamegeran hat lidarxistin
12:26 Lêgerîna heqîqetê ya bêrawestan: Alî Haydar Kaytan
12:18 Dê însiyatîf bibe bingeha yekitiya neteweyî
12:02 Rêhevalê Azadiyê yê Abdullah Ocalan: Riza Altûn
11:31 Biryara dîrokî ya PKK’ê di rojeva cîhanê de ye
11:28 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil: Her pêşketinek erênî dê rê li ber pêşketineke erênî veke
11:16 Serekşêwirmendê Serokkomar: Dê reformên berfireh bên kirin
11:07 Efkan Ala: Mekanîzma çawa pêwîst bike dê wisa bên xebitandin
10:56 Kaytan û Altûn dê bên bibîranîn
10:55 Hûrgiliyên kongreya PKK’ê: Ev ne dawî, destpêkek e!
10:36 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:35 Greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên bi ‘Tîpa bîrê’: Divê dengê derve bilind bibe
10:04 Ercûment Akdenîz: Mesele nefes wergirtina heqîqetê ye
10:03 PKK’ê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî: Em ê xeyalên wî pêk bînin
09:49 Kongreya PKK’ê diyarî Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate kirin
09:41 ‘Mijara herî girîng a pêvajoyê naskirina statuya zimanê Kurdî ye'
09:10 Dema doz didomiya di nîvşevê de mala wan bi ser pisîkên wan de hilweşandin
09:10 Xetere li ser mafê perwerdeyê yê xwendekarên girtî heye
09:02 Ji PKK’ê biryara dîrokî: Me xebat bi dawî kirin
09:01 ROJEVA 12'Ê GULANA 2025'AN
11/05/2025
17:18 Ji bo endamê TEV-DEM’ê Îke şîn hate danîn
17:08 CPT: Êrişên Tirkiyeyê li gorî mehek berê ji sedî 78 zêdetir bûn
16:59 Li Riha û Stenbolê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:30 Şîna Zeynel Bayram bi girseyî hate ziyaretkirin
16:23 Ji OHD’ê gotûbêja ‘Gorên Komî’: Divê em bi rastiyan re hevrû bibin
16:11 ‘Dayikan kevneşopiyeke xurt ê têkoşînê ava kirin’
15:35 Zaroka hat îdiakirin ji banê malê ketiye xwarê jiyana xwe ji dest da
15:30 Hozan Mizgîn di sala 33’yan a wefata xwe de hate bibîranîn
14:51 Konferansa ‘Manîfestoya Gîranoyê’ bi dawî bû
14:39 Şîna ji bo Onder li Semsûrê hatibû danîn bi dawî bû
14:33 Li Wanê ‘konê ziman’ hate vegirtin: Divê em her derê bikin dibistana ziman
14:24 Dayika Sakîne Cansizê rakirin nexweşxaneyê
14:08 Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin
13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
16:02 Helbesta Abdullah Ocalan a ji bo zarokan nivîsandî cara yekem hate xwendin
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan