ÊLIH - Rojnameger Cengîz Altun 33 sal berê li Êlihê hate qetilkirin. Dayika Altun, Turkan Altun diyar kir ku êrişên ser rojnamegeran hêj bi dawî nebûne û got: “Cengîz netirsiya û peyrewên wî jî netirsiyan.”
Nûçegihanê rojnameya Yenî Ulkeyê Cengîz Altun di 24’ê Sibata 1992’yan de li Êlihê dema diçû nûçeyê ji hêla endamên Hîzbulkontrayê ve hate qetilkirin. Bi ser qetilkirina Altun re 33 sal derbas bûn lê hêj jî faîlên wî nehatine girtin. Dayika Altun, Turkan Altun a 77 salî ev 33 sal in ji bo girtina faîlên kurê xwe têdikoşe.
'PEYREWÊN CENGÎZ JÎ NETIRSIYAN’
Turkan Altun, diyar kir ku heke were xwestin kesên kurê wê qetilkirin dikarin bên dîtin û wiha got: “Tevî îşkence û gefên kuştinê jî kurê min dev ji karê xwe berneda. 40 rojan li Sêrtê hate îşkencekirin. Dema hatî malê serê xwe şûşt û li pey nûçeyê ket. Bavê wî jê pirsa ‘Cengîz dê bi ku de biçî?’ kir. Got dê biçe nûçeyê. Wî jî got; ‘Ev cisareteke çawa ye’ û heyraniya xwe ya ji bo kurê xwe anî ziman. Serdemeke ku mirov dihatin revandin û bi girêka beraz dihatin qetilkirin bû. Tevî zext û gefan jî Cengîz û hevalên wî neditirsiyan. Ji ber ku hedefa wan ew bû ku rastiyan ji gel re vebêjin. Lê belê ji hêla kesên tehemûla rastiyê nedikirin ve hate qetilkirin. Gelek xebatkarên Çapemeniya Azad mîna kurê min hatin qetilkirin. Her cara rojnamegerek tê qetilkirin, kurê min tê bîra min. Çapemeniya Azad, emaneta Cengîzê min e. Tevek jî Cengîzên min in û yên wan qetil dikin, Cengîzê min qetil dikin. Cengîz netirsiya, peyrewên wî jî netirsiyan. Wê rojê zarokekî min hat qetilkirin lê niha bi hezaran zarokên min hene. Hûn tevek jî pêşengên vî gelî ne.”
TÊKILDARÎ CENGÎZ ALTUN
Cengîz Altun, di 9’ê Tîrmeha sala 1968’an de li navçeya Kercews a Êlihê ji dayik bû. Dibistana seretayî, ya navîn û amadehî li vir temam kir. Piştre di sala 1990’an de li Beşa Motorê ya Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Êlihê qeyda xwe çêkir. Dema xwendekariya Altun didomiya, di sala 1991’ê di rojnameya Yenî Ulkeyê de dest bi belavkariyê kir. Dema Altun dest bi rojnamegeriyê kirî, êrişên kontrgerîla zêde hebûn. Lewma her tim gef lê dihatin xwarin. Ji ber gefên lê dihatin xwarin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da lê encamek jê derneket. 3 piştî serlêdana dawî, di 24’ê Sibata 1992’yan saet di 08.15’ê de dema diçû buroya rojnameyê li ser Cadeya Mehtapê hate gulebarankirin. Kujerên gule lê reşandin reviyan. Altun ku bi birîndarî rakirin nexwşxaneyê, li wir jiyana xwe ji dest da.
ÇEK HEYE LÊ FAÎŞ TUNE YE!
Nêzî pênc sal piştî cînayetê, polîsên Şaxa Têkoşîna li Dijî TErorê ya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê li Xaçerêya Ovabagê ya li ser rêya Amed-Mêrdînê kontrola nasnameyan kirin. Di kontrolê de li ser kesekê bi navê Îsmaîl Emsen debanceyeke bêrûxst a 9 mîlîmetre girtin. Di lêkolîna balîstîkê de derket holê ku hinek guleyên di qetilkirina Altun de hatin bikaranîn ji vê çekê derketine. Îsmaîl Emsen, di îfadeya xwe de got: “Ez alîgirê Hîzbullahê me û min ev demance ji bo parastina xwe, ji birayê xwe Metîn Emsen girtiye.” Lê li şûna sûcê cînayetê, ji sûcê “çeka bêrûxset li ser xwe gerandiye” hate girtin û şandin Girtîgeha Amedê. Polîsan ne birayê wî Metîn Emsen dîtin û ne jî der heqê bûyerê de lêpirsîneke baş kirin. Emsen, demekî kin piştre hate berdan.
Di rapora ji hêla Serokê Lijneya Teftîşê ya Serokwezîrtiyê Kutlu Savaş ve têkildarî “Qezaya Susurlukê” hatiye amadekirin de li gel cînayetên din ên li dijî rojnamegeran, cînayeta Altun jî cih girt. Lê belê tevî bi ser re 33 sal derbas bûne jî hêj faîlên Altun nehatine girtin.
Êrişên li dijî rojnamegeran piştî Altun jî berdewam kirin. Bi dehan rojnameger di salên 90’î de hatin qetilkirin. Dewleta tirk û komên paramîlîter ji sala 2019’an heta niha herî kêm 15 rojnameger qetil kirin. Herî dawî jî rojnameger Nazim Daştan, Cîhan Bîlgîn û Egîd Roj li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin.
MA / Fethî Balaman