Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin

img
RIHA - Dadgeha Îdareyê ya Herêmî ya Dîlokê qedexekirina lîstika kurdî ya bi navê “Bêrû” li dijî “azadiya raman û îfadeyê” dît. 
 
Têkildarî qedexekirina lîstika şanoyê ya kurdî ya bi navê “Bêrû” ku ji aliyê tîma Teatra Jiyana Nû ve hate lîstin a li gelek bajaran, Dadgeha Îdareyê ya Herêmî ya Dîlokê biryareke emsal da. Lîstika ku dihate plankirin di 14’ê mijdara 2020’an de li Eywana Konferansa Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê hatibûya lîstin, ji aliyê Walîtiya Rihayê ve hate qedexekirin. Biryara walîtiyê ya qedexekirina lîstikê ya bêdem a di nava sînorên Rihayê de ji aliyên gelek beşan ve bûbû sedema bertekan. Parêzer Hîdayet Enmek ê weke temaşevan çûbû lîstika şanoyê temaşe bike, bi daxwza betalkirina biryara qedexeyê bi rêya parêzer Alî Arslan serî li 2’yemîn Dadgeha Îdareyê ya Rihayê da. Dadgeha ku serlêdan nirxand bi hinceta “Gefa li yekitî û yekparebûna dewletê” daxwaz qebûl nekir. Li ser vê yekê serlêdan li 4’emîn Daîreya Dozê ya Îdarî ya Dadgeha Îdareyê ya Herêmî ya Dîlokê hate kirin. Dadgeha Îstînafê ya serlêdan nirxand, diyar kir ku biryara qedexeyê li dijî “azadiya raman û îfadeyê” ku di destûra bingehîn de cih digire ye û biryara qedexeyê rakir.