Li 3 bajaran bangawaziyên 1'ê Gulanê: Sibê roja mezinkirina rêxistinbûnê ye

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyanyên li Wan, Stenbol û Edeneyê de bangawaziya tev li bûna 1'ê Gulanê hate kirin û wiha hat gotin: "Sibê roja xurtkirina rêxistinbûna me ye."  
 
Di daxuyaniyên li Wan, Stenbol û Edeneyê hatine lidarxistin de bangawaziyên 1’ê Gulanê hatin kirin. 
 
WAN
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê ji bo mitînga 1’ê Gulanê ya ku dê sibê bi diruşma “Ked a me ye, soz a me ye” li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter were lidarxistin, li pêşiya Aydin Perîhan AVM’ê daxuyanî da. Tevî rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz, hevşaredara Bajara Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, hevşaredarên Rêya Armûşê, Artemêtan û gelek nûnerên saziyên civakî yên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Di daxuyaniyê de pankarta “Ked a me ye, gotin a me, bijî 1 Gulan” hate vekirin Daxuyaniyê Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê yê Wanê Mûrat Atabay xwend. Atabay diyar kir ku Tirkiye di nav 10 welatên ku mafên kedkaran herî xirab de ye û da zanîn ku ew bi zextên giran mehkûmê jiyanekî astekî nebaş hatine kirin û wiha got: “Ji ber vê yekê têkoşîna demokrasiyê rojevekî sereke ya 1’ê Gulanê ye. 1’ê Gulanê roja avakirina demokrasiya ku hatiye texrîbkirin e.” Atabay piştî axaftina xwe banga tev li bûna pîrozbahiyên 1’ê Gulanê kir. 
 
‘EM Ê TEŞHÎR BIKIN’
 
Piştre Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz axivî. Karagoz destnîşan kir ku ew ê di kursiya 1’ê Gulanê de kesên ku çavkaniyên welat ne ji kedkaran re; ji şer, alîgir û qesrê ve vediqetînin teşhîr bikin û wiha axivî: “Em îro pê bawer in ku dê hemû bêkar û gelê kedkar ê xizan maye, bi reng, stran û govendên xwe ve dê qadên 1’ê Gulanê tije bikin.” 
 
ROJA XURTKIRINA TÊKOŞÎNÊ
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî ev tişt gotin: “Em ê di 1’ê Gulanê de xwedî li jiyan, azadî, aştî û demokrasiyê derkevin. Di serî de jin, em ê di 1’ê Gulanê de ji bo her kesê di qadên têkoşînê de werin ba hev. Bi taybetî jî em bang li jinên ciwanên ên ku bûne hedefa polîtîkayên şerê taybet, kesên ku keda wan tê xwarin û hemû kesên ku her roj keda wan tune têne hesibandin, dayikên li dijî tecrîdê têdikoşin dikin, sibê roja mezinkirina rêxistinbûnbûna me ye.” 
 
Piştî daxuyaniyê li navenda bajar ji bo tevlîbûna mitînga sibê belavok hatin belavkirin. 
 
STENBOL 
 
Sendîkaya Xebatkarên Weşangerî Çapemenî û Çapxaneyan (DÎSK Basin - Îş) ji bo bangewaziya 1’ê Gulanê bi ser hesaba xwe ya medya dijîtal peyama, “Ji bo mafê xebatê yê bi peyman, bi temînat û bi sendîkayî, di 1’ê Gulanê de ber bi qadan ve”, “Ji bo azadiya rojnamegerên girtî em di korteja 1’ê Gulanê ya DÎSK Basin Îşê de tên ba hev” parve kir. Herwiha sendîkayê ji bo Stenbolê sibê di saeta 10.00’an de li Qada Saraçhaneyê; ji bo Mêrsînê jî li Stadyûma Tevfîk Gur a Kevn bangawaziya kombûnê kir.
 
EDENE 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) ya Edeneyê û Odeya Bijîşkan a Edeneyê bi diruşma “Li dijî xizanî, bêtemînatî, mêtingerî û zextan, ji bo xurtkirina yekitî, têkoşîn, piştevaniyê û hêviyê ber bi 1’ê Gulanê ve” banga tev li bûna pîrozbahiyên 1’ê Gulanê kir. Serokê şaxa SES’a Edeneyê Erol Eren di daxuyaniya li pêşiya Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê de axivî û wiha got: “Em ji bo soza xwe ya avakirina pêşeroj û cîhana kedê, wekheviyê, alîgirê azadiyê, demokrasiyê, aştiyê û laîktiyê dubare bikin û dê bi hemû kedkarên xwe yên aligirên aştî, wekhevî azadiyê ne re di 1’ê Gulanê de mil bi mil bin. Em tevahiya kedkarên tenduristî û xizmetên civakî, hemû gelê xwe yê ji saziyên tenduristî û xizmetên civakî de xizmetê digirin, di 1’ê Gulanê saeta 14.00’an de ji bo deng bidin dengê me vedixwînin Parka Aydin Kanza. Bijî Roja Yekitî, Piştevanî û Têkoşîna Kedkaran a Navneteweyî, Bijî 1 Gulan.” 
 
Li bajar pîrozbahiyên 1’ê Gulanê dê bi pêşengtiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Kedkarên Sendîkaya Cemaweriyê (KESK) Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), Odeya Bijîşkan û Baroyê werin lidarxistin.  Pîrozbahî dê saet 15.00’an de li Pira Kasim Gulekê dest pê bike. Piştî meşê dê li Qada Ûgûr Mûmcû, mitîngek were lidarxistin. 
 

Sernavên din

20/05/2024
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga 'dawî li tecrîdê bînin'
16:54 Li Periyê gund bi gund xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîdê rakin
16:34 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:15 Haya wezaretê ji hejmara hikûmxwarên di girtîgehê de nîne!
16:08 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demirtaş kirin: Wê têkoşîna me bidome | HATE NÛKIRIN
15:49 Doza 9 kesên hatibûn kuştin veguhestin Konyayê
15:30 Li Licê operasyona leşkerî berdewam dike
15:24 Li Hezex, Îzmîr û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hat protestokirin
15:23 Jinên siyasetmedar ku hatin berdan: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
15:12 Ceza li mitehitên apartmana 37 kes lê miribûn hate birîn
14:35 Dozgerê ICC’ê xwest Netanyahu were girtin
14:06 Reîsî bi biryarên îdamê û polîtîkayên tundiyê dihat naskirin
13:53 Girtiya nexweş Ozer ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin
13:32 Koçyîgîtê ji ber ‘xefika îktîdarê’ hişyarî da
13:20 Li wargeha KYK’ê 97 xwendekar jehrî bûn
13:20 Pêşniyarqanûna ‘Bila deynên qeyûman ji wan bê standin’ dan Meclisê
11:52 DEM Partî: AKP li Curnê Reş gefê li keyayan û gundiyan dixwe
11:29 Li Şirnexê kesek hat girtin û 39 kes hatin berdan
11:28 Şaredariya Sûrê deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kir
11:26 Nivîskar Sîdar Jîr: Kobanê kevirê takêşê yê dîroka kurdan e
10:36 Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin
09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin
14:21 Ciwanên binçavkirî li edliyeyê ji pişt ve destkelemçekirî tên sekinandin
14:03 Di êrişa dewleta tirk de zarokek hate qetilkirin
12:47 Li Bursayê zilamekî hewl da jinekê bikuje
12:29 Herêma Bradostê hate bombebarankirin
12:11 Li Helebê Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê hate vekirin
11:43 Tehliyeya rojnameger Ren dîsa hate taloqkirin
10:38 Hejmara 64’emîn a Kovara Jînê derket
10:18 Ji emniyetê peyama ‘xwedîderketina li Ziya Turk’
10:08 Li Başûr krîza hilbijartinê: PDK qels bûye lewma naxwaze hilbijartin bibe
09:40 'Ger parastina Kobanê sûc be, me hemûyan ew sûc kiriye'
09:39 Doza Kobanê: Doz veguherandine amûreke cezakirinê ya kolektîf
09:07 Berdana girtiyê nexweş ê 'poşmantî' red kirî cara 4'an hat taloqkirin
09:05 Bereh: Gelê bixwaze xwe biparêze, ewilî divê zimanê xwe biparêze
09:02 Çalakiya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome
09:01 Rojnameger Silêman Ehmed li ku ye?
09:00 ROJEVA 19’Ê GULANA 2024’AN
08:49 Di teqîna li Tokatê de 5 jê cendirme 7 kes birîndar bûn
18/05/2024
22:50 Hatimogûllari: Têkoşîna me xurttir bûye
21:20 Bakirhan: Em ji tifaqa JÎTEM'ê ku me didarizîne xelas bibin
19:46 Ûçar: Parêzbendiya herî mezin a gelê kurd berxwedanê wê ye
17:14 Li 3 bajaran 'doza kumpasê' hat protestokirin
16:46 Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin
16:36 Parêzvanê Ozcan ê AKP’î: Ez hatim girtin lê karê tiryakê Ozcan dikir
15:49 Li Efxanistanê lehî rabûn: Herî kêm 50 kes mirin
15:19 Pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ên bi ser 65 salî re rêz kirin
15:09 Girtiyê nexweş Îlhan piştî 30 salan li bajarê xwe ye
14:25 Li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî: Kuştina zimanekî komkujî ye
14:05 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ hatin bibîranîn
13:48 Berdana Şen ê 31 sal in girtî ye cara çaremîn hate taloqkirin
13:44 Xizmên Windakiriyan li gelek bajaran çalakî li dar xistin: Faîlan bidarizînin
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta malbata Orhan pirsîn
13:22 Doza Kobanê li Şirnex û Hatayê hate protestokirin
12:47 Li Tokatê cezayê hucreyê li girtiyan birîn
11:44 Di êrişa li dijî Şehbayê de 2 zarok birîndar bûn
10:46 Çîftyurek: Bi ‘Projeya Riya Pêşketinê’ çav berdane destkeftiyên kurdan
10:39 Di 6 salan de li Efrînê 10 hezar kes hatin revandin
10:23 Mîhrîcana Pirtûkan a Mêrdînê: Eleqeyeke zêde heye
10:12 Doza Kobanê: Divê em li dijî biryarê bi hev re têbikoşin
09:38 Tevgera Goran biryarên Doza Kobanê şermezar kir
09:18 Nas: Ji bo siberoja welêt biryareke hêvîşikestinê ye
09:17 Girtiyên siyasî 174 roj in bi daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:10 Unsal: Ger daxwaza wan tolhilanîna DAIŞ'ê be, ev hewldaneke bêhûde ye
09:09 Qedexekirina zozanan kiriye ku mêşvanî nemîne
09:08 207 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Li Îzmîr, Stenbol û Manîsayê 18 kes hatin girtin
09:01 Îşkenceya bipense di îdianameyê de cih negirt
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2024’AN
17/05/2024
22:18 Îlhan piştî 30 salan ji girtîgehê derket