Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin

  • ciwan
  • 13:09 10 Sibat 2024
  • |
img
AMED - Ciwanên ku binçavkirina endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Muhammed Sonmez û Berdan Çelîk protesto kirin, bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin. 
 
Duh di serdagirtina malan de endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Muhammed Sonmez û Berdan Çelîk, bi hinceta sticker bi dîwaran ve kirine, hatin binçavkirin. Her du ciwanên bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” sewqî dadgehê hatine kirin û bi heman hincetê hatin girtin.
 
BERTEKA GIRTINAN
 
Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê yên girtin protesto kirin, bi Sûrên Amedê ve pankartek daliqandin. Ciwanên ku pankarta “Girtin dê nikarin me biçewisînin” daliqandin wiha gotin: “Hevalên me Muhammed Sonmez û Berdan Çelîk bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin. Ji ber krîza ku desthilat ketiye tê de, tu derdor nemane ku êriş nekiribe. Dê bersiva me ya li dijî girtinan bêhtir rêxistinbûn û bêhtir pratîka têkoşînê be.”