Ciwanan bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin 2024-02-10 13:09:29 AMED - Ciwanên ku binçavkirina endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Muhammed Sonmez û Berdan Çelîk protesto kirin, bi Sûrên Amedê ve pankart daliqandin.    Duh di serdagirtina malan de endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Muhammed Sonmez û Berdan Çelîk, bi hinceta sticker bi dîwaran ve kirine, hatin binçavkirin. Her du ciwanên bi hinceta “propagandaya rêxistinê kirine” sewqî dadgehê hatine kirin û bi heman hincetê hatin girtin.   BERTEKA GIRTINAN   Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê yên girtin protesto kirin, bi Sûrên Amedê ve pankartek daliqandin. Ciwanên ku pankarta “Girtin dê nikarin me biçewisînin” daliqandin wiha gotin: “Hevalên me Muhammed Sonmez û Berdan Çelîk bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin. Ji ber krîza ku desthilat ketiye tê de, tu derdor nemane ku êriş nekiribe. Dê bersiva me ya li dijî girtinan bêhtir rêxistinbûn û bêhtir pratîka têkoşînê be.”