Kaya yê HEDEP’î ku sîxûrtî lê hatibû ferzkirin hate binçavkirin

  • ciwan
  • 12:53 28 Cotmeh 2023
  • |
img
MÊRSÎN - Endamê Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Mazlûm Kaya ku hefteya borî ji aliyê kesên xwe weke polîsan dan nasîn ve hatibû revandin, derbkirin û sîxurtî lê hatibû ferzkirin, hate binçavkirin. 
 
Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Mazlûm Kaya ku di 20’ê cotmehê de ji aliyê kesên xwe weke polîsan dan nasîn ve hatibû revandin, derbkirin û sîxurtî lê hatibû ferzkirin, îro di saetên serê sibê de bi serdegirtina malê hate binçavkirin. Kaya yê sedema binçavkirina wî nehate zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê. 
 
Hate zanîn ku têkildarî binçavkirina Kaya ji dosyayê re biryara veşartî hatiye dayîn û hevdîtina bi parêzeran re hatiye sînorkirin.