Kaya yê HEDEP’î ku sîxûrtî lê hatibû ferzkirin hate binçavkirin 2023-10-28 12:53:02   MÊRSÎN - Endamê Meclisa Ciwanan a HEDEP’ê Mazlûm Kaya ku hefteya borî ji aliyê kesên xwe weke polîsan dan nasîn ve hatibû revandin, derbkirin û sîxurtî lê hatibû ferzkirin, hate binçavkirin.    Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Mazlûm Kaya ku di 20’ê cotmehê de ji aliyê kesên xwe weke polîsan dan nasîn ve hatibû revandin, derbkirin û sîxurtî lê hatibû ferzkirin, îro di saetên serê sibê de bi serdegirtina malê hate binçavkirin. Kaya yê sedema binçavkirina wî nehate zanîn birin Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.    Hate zanîn ku têkildarî binçavkirina Kaya ji dosyayê re biryara veşartî hatiye dayîn û hevdîtina bi parêzeran re hatiye sînorkirin.