Li Amedê herî kêm 13 ciwan hatin binçavkirin

  • ciwan
  • 13:54 27 Cotmeh 2023
  • |
img
AMED - Li Amedê xwendekar jî di nav de 13 ciwan bi hinceta “îxbarê” hatin binçavkirin. 
 
Li Amedê xwendekar jî di nav de 13 ciwan bi îdiaya ku “dê rêxistinek nû ya ciwanan a bi navê ‘YNCK’ ava bikin û di salvegera damezrandina komara tirk 29’ê cotmehê de li navçeya Sûrê çalakî bikin” di encama îxbarê de hatin binçavkirin. Polîsan bi ser malên ciwanan de girtin û bi vê hinceta navborî wan kirin binçavan. Di çarçoveya operasyonê de kesên bi navê F. A., H.U., N.K., N.G., J.K., Ş.J.P., E.E. û S. ku paşnavê wî/wê nehat zanîn hatine binçavkirin. Navên binçavkiriyên din jî nehat hînbûn û hat diyarkirin ku biyara sînordarkirinê danîne ser dosyeyên wan. 
 
Hat zanîn ku binçavkirî li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.