Li Amedê herî kêm 13 ciwan hatin binçavkirin 2023-10-27 13:54:05   AMED - Li Amedê xwendekar jî di nav de 13 ciwan bi hinceta “îxbarê” hatin binçavkirin.    Li Amedê xwendekar jî di nav de 13 ciwan bi îdiaya ku “dê rêxistinek nû ya ciwanan a bi navê ‘YNCK’ ava bikin û di salvegera damezrandina komara tirk 29’ê cotmehê de li navçeya Sûrê çalakî bikin” di encama îxbarê de hatin binçavkirin. Polîsan bi ser malên ciwanan de girtin û bi vê hinceta navborî wan kirin binçavan. Di çarçoveya operasyonê de kesên bi navê F. A., H.U., N.K., N.G., J.K., Ş.J.P., E.E. û S. ku paşnavê wî/wê nehat zanîn hatine binçavkirin. Navên binçavkiriyên din jî nehat hînbûn û hat diyarkirin ku biyara sînordarkirinê danîne ser dosyeyên wan.    Hat zanîn ku binçavkirî li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin.