Starta kampanyaya ‘Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet’ hat dayîn
- polîtîka
- 16:23 23/10/2022
Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê kampanyaya “Di Îslamê de Ked, Aştî û Edalet” da destpêkirin. Di danasîna kampanyayê de hat gotin ku divê kar û barên ol û dewletê ji hev bên cudakirin û hat destnîşankirin ku îro di dema desthilatdariya îslamiyan de baweriya mirovan a bi edaletê kêm bûye.