CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
- polîtîka
- 14:21 12/1/2023
Wekîlê Serokê Koma CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû artêşa trolan ava kiriye û vê torê bi wêneyan eşkere kir.
Wekîlê Serokê Koma CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû artêşa trolan ava kiriye û vê torê bi wêneyan eşkere kir.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay da zanîn ku AYM’ê nekarî xwe li ber zextên siyasî ragire û biryara “bloqekirinê” da ye û wiha got: “Tu astengkirinan nekarî vê kevneşopiya siyasî biçûk bike. Berevajî vê, mîna aşûtê roj bi roj mezintir bû.”
Nûnerên partî û rêxistinan ên pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê, ji bo mîtînga ku dê di 15'ê çileyê de li dar bixin bang kirin û wiha gotin: "Werin em hêviyê biqîrin."
Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Edeneyê bertek nîşanî bloqekirina alîkariya xizîneyê ya HDP’ê da û wiha got: “Ev biryar, biryareke derhiqûqî ye, xesp e.”
Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Serhat Eren, diyar kir ku Serdozgerê Komarê ya Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn weke siyasetmedarekê daxuyanî dan û anî ziman ku Şahîn tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin.
Tifaqa Ked û Azadiyê, dê di 15'ê Çileyê de li Stenbolê mîtînga xwe ya ewil li dar bixe. Parlementerên HDP'ê ji bo beşdariya li mitîngê bang kirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku kesek nikare bi zextan HDP’ê ji hêz bêxe û wiha got: “HDP bû nefesa civaka ku bi qirika wê hatiye girtin. Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin.”
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr di roja 14’an a Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê de axivî û wiha got: “Tecrîd, encama dijminatiya li dijî gelê kurd e. Deriyên Îmraliyê vekin.”
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel diyar kir ku 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin di şert û mercên giran de pêşwazî dikin û wiha got: “Îktîdarê derb li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê da.”
Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş ji Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay pirsî ka gelo dê lêkolînkirina têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re pêk werin an na.
Parlamenterên HDP’ê diyar kirin ku zextên domdar ên AKP-MHP’ê rewşa tarî ya li Tirkiyeyê roj bi roj tarîtir dike û wiha gotin: “Polîtîkaya şer û tecrîdê bi dawî bikin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, di kongreya partiyê ya Îdirê de bal kişand ser nîqaşên tifaqê û wiha got: “HDP dê li gel tifaqên xwe namzetê xwe diyar bike.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a di kongreya partiya xwe ya li Qersê de axivî, diyar kir ku wê bi namzetê/a xwe bikevin hilbijartinê û da zanîn ku wê di demeke nêz de namzetê/a xwe yê/a serokkomariyê aşkere bikin.
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Nûray Ozdogan diyar kir ku biryara AYM’ê siyasî ye û di pergala hiqûqê de mewzûatek ku alîkariya partiyek ku doza girtinê li serê dewam dike asteng bike nîne.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç ku biryara AYM’ê ya bloqekirina hesabên HDP’ê nirxand, wiha got: “Hem ji aliyê malî hem jî ji aliyê siyasî ve amadekariyên me yên ji bo girtin û qedexeya siyasî hene. Em bi biryar in ku sala 2023’yan ji bo xwe bikin saleke destkeftiyan û ji bo hikûmetê bikin sala windakirinê.”