Mizrakli: Wê zilma we bi encam nebe
- polîtîka
- 16:47 16/9/2019
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin, bal kişand ser ablukeya polîsan û got: "Hevalno gelo niha kî kê kiriye dorpêçê. Hişmendiya ku niha guman dike ku em kirine dorpêçê, di rastiyê de ew bi xwe ketiye çala xwe. Ji ber vê wê zilma we bi encam nebe."
