Namzetên keyatiyê yên taxên Sûrê nikarin xwe bigihînin hilbijêran!
- polîtîka
- 09:27 13/2/2019
Li navçeya Sûrê qedexeya derketina 6 taxên di qedexekirina derve de hatin rûxandin didome. Namzetên keyatiyê yên van taxan, bi rêya telefonê xwe digihînin hilbijêrên xwe yên li çar hawirdorê bajêr belav bûne. Keya Koçero Topdemîr ku 3 sal in mohra wî di bêrîka wî de ye, diyar kir ku ji ber tax tune ne, ew nikarin projeyên xwe bînin ziman.