Mizrakli: Desthilatdarî naxwaze kurd xwe bi rêve bibin
- polîtîka
- 09:49 24/10/2020
Hevşaredarê DBB’ê Selçûk Mizrakli yê ku ji peywirê hat girtin û saleke girtiye, sûcdariyên li ser xwe û hewldanên meşrûkirina tayînkirina qeyûm ên desthilatdariyê teşhîr kirin. Mizrakli, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm qanûna xwe ya bingehîn binpê kirin û bi vî awayî hewl didin, dest danin ser şaredariyên kurdan.