Temellî: Li Amerîka û Rûsyayê li çareseriyê negere, çareserî li Îmraliyê ye

img

ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî têkildarî qeyûmên tayînî şaredariyên wan hatine kirin got: “Îradeya gelê kurd bi tayînkirina qeyûman tune dihesibînin. Me di 31’ê Adarê de qeyûman paqij kir û qewirand, em ê vê carê bi qeyûman re desthilatdariyê paqij bikin û biavêjin.” Temellî ji Erdogan re got çareserî ne li Washington û Moskovayê ye, çareserî li Îmraliyê ye.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di civîna koma xwe ya li Meclîsê de têkildarî geşedanên di rojevê de axivî. 
 
SEYÎT RIZA BIBÎRA ANΠ
 
Temellî bi bîranîna salvegera wefata Seyîd Riza ya 82’yemîn dest bi axaftina xwe kir û got: “Îro carek din em xwedî li demokrasî, hiqûqê, mafên mirovan derdikevin. Em li dijî hemû feraseta ceberût û faşîzmê ya desthilatdariyê bi biryar têkoşîna hiqûq û demokrasiyê didomînin. Vê hefteyê 82’yemîn salvegera mirina Seyîd Riza ye. Min beriya kurê min daliqînin lê vê daxwaza wî jî bicih neanîn. Ji Seyîd Riza şîara ‘Em ê serê netewînin û çongê daneynin’ ji me re me maye. Me serî netewand û çonga xwe danenî.”
 
‘QEYÛM BINPÊKIRINA DESTÛRA BINGEHÎN E’ 
 
Temellî da zanîn ku sepanên OHAL’ê dewam dike û wiha domand: “Em li welatek bêhiqûq û bêedalet dijîn. Nîşaneya herî girîng a bêhiqûqiyê qeyûm in. Îktîdara nikare bê OHAL’ê welat birêve bibe piştî 31’ê Adarê dîsa qeyûmên xwe dewam dike. Qeyûm bêhiqûqî ye. Binpêkirina Destûra Bingehîn e. Şaredarî bûne navendên nelirêtiyê. Raporên muhasebetê nelirêtiyê derxistin holê. Pir eşkere nelirêtiyê vegotin.” Temellî di dewama axaftina xwe ya têkildarî raporên muhasebetê de helwesta darazê rexne kir. 
 
‘EM Ê VÊ CARÊ BI QEYÛMAN RE DESTHILATDARIYÊ PAQIJ BIKIN’ 
 
Temellî bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha got: “Qeyûm tayînî 16 şaredariyên me kirin. Şaredariyên me hatin desteserkirin. Herî dawî qeyûm tayînî şaredariya me ya Rêya Armûşê kirin. Bi tayînkirina qeyûman îradeya gelê kurd tune dihesibînin. Ev aciziya siyasetê ye. Ev îtîrafa ji aliyê AKP’ê ve ye. Me di 31’ê Adarê de çawa qeyûman paqij kir û qewirand, em ê vê carê jî bi qeyûman re desthilatdariyê paqij bikin û baivêjin.” 
 
‘ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE’ 
 
Temellî bal kişand pergala tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: 
 
"Tecrîd bûye enstrûmana dêshilatdariyê ya binpêkirina mafan, bêedaletî û polîtîkayên şer. Heta ku tecrîd hebe dê aştiya civakî li vî welatî neyê îcar nebe. 
 
Bi marîfetên daraza li gorî fermanan tevdigere tecrîd kirine rewşek asayî. Darazê siyaseta demokratîk tecrîd kiriye. Biryara cezayê dan Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş hiqûqa tecrîdê ye. Hefskirina Osman Kavala hilberandina ji nûve tecrîdkirina hiqûqê ye. Welat di gerîneka tecrîtê de ye. Îro tecrîd li tevahiya hefsan veguheriye îşkenceyê. 
 
Binêrin birêz Ocalan çi dibêje; hem jî li rûyê rayedarê dewletê dibêje ‘Hûn vê maseyê biqelibînin, hûnê li Washington û Moskovayê li çareseriyê bigerin.’ Ev hişyarî dîrokekî gelekî diyarker bû. Îktîdar niha li Amerîka û Rûsyayê li çareseriyê digere. Em jî dibêjin li wir li çareseriyê negere. Heke hûn li çareseriyê digerin navnîşana wê Îmrali ye. 
 
Desthilatdariya AKP’ê di nava neserkeftinên xwe hemûyan de dê çend saet şûn ve li Washington be. Dixwazin li wir çîrokeka serkeftinê derbixe. Beriya biçe nameyê hilneda cem xwe. Di vê navberê de doza tazmînatê li her kesî vedike. Rojeva wî çi ye, di esasê xwe dixwaze xwe rizgar bike. Di dosyeya destê wî de malhebûna wî ya takekes heye. Wê kê gelên Tirkiyê ji vê krîza siyasî û aborî rizgar bike. Bila gumana we tune be wê HDP’ê rizgar bike.”