HDP’ê rewşa rojnamegerên girtî bir Meclîsê

img
ENQERE - Parlementerê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel, bi boneya 10’ê Çile Roja Rojnamegeran êrîşên li ser rojnamegeran û rewşa rojnamegerên girtî  bir rojeva Meclîsê. 
 
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê Wanê Tayîp Temel, bi boneya 10’ê Çile Roja Rojnamegeran êrîşên li ser rojnamegeran û rewşa rojnamegerên girtî bir rojeva Meclîsê. Temel, pirsname da ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay û Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne. Temel di pirsnameya da de, bal kişand ser Roja Rojnamegerên dixetin, êrîşên li ser rojnamegeran û rewşa rojnamegerên girtî. 
 
Temel di pirsnameya da de ev pirs ji Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay û Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kirin: 
 
“*Gelo agahiya wê ji rapora sala 2018’an a Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) heye? Hûn difikirin ku derbarê vê raporê de daxuyanî bidin?
 
* Di warê Endeksa Azadiya Çapemeniyê de Tirkiye di rêza 157’an deye. Gelo hûn vê çawan dinirxînin? Ji bo rawestina vê paşveketinê hûn xebatê birêve dibin an na?
 
* Li Tirkiyeyê bi sedan rojnameger girtîne. Gelo hûn ji ber vê difikirin ku mafê gel ê şopandina nûçeyan hatiye xesp kirin? 
 
* Gelo çend rojnamegerên girtî yên nikarin bixebitin hene û sedema girtina van rojnamegeran çiye?
 
* Gelo di sê salên dawî de çand rojnameger hatin girtin? 
 
*Gelo dinava sê salan de çend rojnameger, ji ber şahidên nepen girtîne?  
 
*Gelo heya niha çand serlêdanên DMME  yên rojnamegeran bi encam bûn û dinava van serlêdanan de Tirkiye çend çaran hat mehkûm kirin?"