HDP’ê rewşa rojnamegerên girtî bir Meclîsê 2019-01-10 15:45:46   ENQERE - Parlementerê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel, bi boneya 10’ê Çile Roja Rojnamegeran êrîşên li ser rojnamegeran û rewşa rojnamegerên girtî  bir rojeva Meclîsê.    Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê Wanê Tayîp Temel, bi boneya 10’ê Çile Roja Rojnamegeran êrîşên li ser rojnamegeran û rewşa rojnamegerên girtî bir rojeva Meclîsê. Temel, pirsname da ku Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay û Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne. Temel di pirsnameya da de, bal kişand ser Roja Rojnamegerên dixetin, êrîşên li ser rojnamegeran û rewşa rojnamegerên girtî.    Temel di pirsnameya da de ev pirs ji Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay û Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kirin:    “*Gelo agahiya wê ji rapora sala 2018’an a Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) heye? Hûn difikirin ku derbarê vê raporê de daxuyanî bidin?   * Di warê Endeksa Azadiya Çapemeniyê de Tirkiye di rêza 157’an deye. Gelo hûn vê çawan dinirxînin? Ji bo rawestina vê paşveketinê hûn xebatê birêve dibin an na?   * Li Tirkiyeyê bi sedan rojnameger girtîne. Gelo hûn ji ber vê difikirin ku mafê gel ê şopandina nûçeyan hatiye xesp kirin?    * Gelo çend rojnamegerên girtî yên nikarin bixebitin hene û sedema girtina van rojnamegeran çiye?   * Gelo di sê salên dawî de çand rojnameger hatin girtin?    *Gelo dinava sê salan de çend rojnameger, ji ber şahidên nepen girtîne?     *Gelo heya niha çand serlêdanên DMME  yên rojnamegeran bi encam bûn û dinava van serlêdanan de Tirkiye çend çaran hat mehkûm kirin?"