Koçyîgît: Bi milyonan dê li şaredariyan xwedî derkevin

img
STENBOL - Hevberdevka HDK'ê û Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, bi gotina “Deqeyek be jî em dê şaredariyan ji destê wan bigirin" û helwesta hikûmetê ya li dijî vîna gel şermezar kir. Koçyîgît, diyar kir ku ger qeyûm tayînî şaredarian bikin dê bi milyonan li şaredariyan xwedî derkevin. Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî diyar kir ku mirovên jiyana wan ser û bino bûne hene wiha got: "Divê mirov dest van mirovan bidin û êş û hestên wan hîs û parve bike." 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Civîna Meclîsa Giştî ya 6'emîn a Serdema 8’emîn, li avahiya xwe ya li Taksîmê pêk anîn. Di civînê de Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu û Gulistan Kiliç Koçyîgît û hevparên HDK'ê amade bûn. Civîn bi hilbijartina dîwanê dest pê kir. Piştî dîwan hat hilbijartin Hevberdevka HDK'ê û Parlamentera HDP'ê Gulistan Kiliç Koçyigît axaaftin kir. Koçyîgît, ewil bertek nîşanî operasyona 2 sal berê di 4'^d Mijdarê de li dijî HDP'ê pêk hat, da û got: "Ji wê rojê heta îro êrîşên li dijî siyaseta demokratîk bê navber didomin. 
 
BERXWEDANÊ SERKEFTIN NÎŞANÎ ME DA
 
Koçyîgît, bal kişand ser 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û wiha got: "Berê kesî Kobanî nizanîbû bû. Lê bi berxwedana gelan û têkoşîna hevpar hevî geş kir. Bi berxwedanê serkeftin pêk hat û Berxwedanê serkeftin pêş xist. Divê mirov baş bizanibe ku çima 1'e Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hatiye îlan kirin. Ji ber ku şerê di 2011'an de li Sûriye dest pê kir û DAIŞ'a ku bi taybetî Tirkiye piştgirî dida wê, bi piştgiriya Tirikye û welatên Korfezê li dijî Kobanê tevgera dagirkirinê da destpêkirin. Ji bo Kobanê têk bibin ketin nava tevgerê. Lê bi têkoşîna gelê Kobanê û têkoşîna gelên Bakurê Kurdistanê Kobanê neket. Bi hêza xweser û tekoşîna enternasyonal li dijî faşîzma herî dijwar û komên nijadperest Kobanê bi ser ket. 
 
‘TEŞHÎRKİRİNA POLÎTÎKAYÊN DURÛ GIRÎNG E'
 
Koçyigit, da zanîn ku hamleyek girîng a AKP'ê li ser Idlibê heye û wiha lê zêde kir: "Tirkiye ji bo bêyî çek û şer komên çekdar ên li Idlibê ji wir tasfiye bikin bi rejîmê re ketin nava mutabakatê. Sedema vê yekê jî wekî sivîlên li Idlibê nîşan dan. Em teqez naxwazin sivîlên li Idlibê jiyana xwe ji dest bidin. Me bi dehan caran nîşan da ku operasyonên eskerî ne çareserî ne. Lê hikûmeta AKP'ê ku li ser navê bila sivîl neyên kuştin, dest li komên çekdar nedan, bi taybetî di rojên dawî de li dijî Rojava êrîşan zêde dike. Çend roj berê topbaran kirin. Di êrîşên Tirkiye de 3 welatiyên Rojava jiyana xwe ji dest dan. Em dizanin ku Tirkiye cih û warên sivîlan bi tang û topan bombe baran dike. Em dipirsin ger ku hûn mirovên li Idlibê wekî kesên sivîl dibînin, hûn çima yên li Rojava wekî sivîl nabînin? Çawa dibe ku Komên çekdar ên li Idlibê gefan li Tirkiye naxwe û sivîlên li Rojava gefan li Tirkiye dixwe?" 
Sedema helwesta Tirkiye ya li dijî gelê Rojava çiye? Em bersiva van pirsan tevan dizanin. Ev ji bo teşîrkirina îtîfaqa AKP-MHP'ê ya Qirêj girîng e."  
 
‘MILYON DÊ LI ŞAREDARIYAN XWEDÎ DEREVIN' 
 
Koçyîgît, bal kişand ser tayînkirina qeyûman û hilbijartina rêveberiyên herêmî û wiha bi dawî kir: "Dê di 31'ê Adarê de hilbijartina rêveberiyên herêmî pêk bê. Li ser van hilbijartinan niqaş hene. Em wekî HDK girîngiyê didin du xalan. Yek ji vanan perspektifa HDK'ê ye. Em tenê wekî şaredarî u şaredariyekê nagirin dest. Em bi qasî şaredar û şaredariyan ew qas jî girîngiyê didin endamên meclîsên şaredariyan. Dîsa girîngiyê didin hilbijartina muxtaran jî. Pêdivî bi meclîsên gel ên xurt hene. Divê em rêveberiya ku gel karibe bi xwe biryaran bide û bi xwe bi rêve bibe bi rêxistin bikin. Em dê li herêmê îtîfaqên civakî ava bikin. Ev hilbijartin ji bo gelê Tirkiye û Kurdistanê bi qasî hebûn û tunebûnê girîng e. Ev hilbijartina rûmetê ye. Ev bersîva li dijî qeyûmên ku 2 salin AKP û MHP bi mêtîngeriyê bi rêve dibe ye. Ev hilbijartina ku gel çawa dixwaze bijî ye. Ev hilbijartina redkirina polîtika û feraseta AKP û MHP'ê ye. 
Ji ber vê yekê çi ji kê tê divê bi qasî hêz û zanebûna xwe têbikoşin. Erdogan dibêje 'em dê dîsa qeyûm tayîn bikin' Ger ku deqeyek be jî em dê dîsa şaredariyan ji destê wan bigirin. Ger ku qeyûm tayîn bikin jî bi milyonan dê li şaredariyên xwe xwedî derkevin." 
 
HAMZAOGLU: EM DÊ ÇAWA BI SER BIKEVIN? 
 
Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî bal kiyand ser krîza aborî ya li Tirkiye û wiha got: "Îtîfaqa AKP-MHP'ê piştî hilbijartina 24'ê hezîranê rojev guhert. Ji bo aborî nebe rojev propaganda dike. Divê rastiya heyî û tişta tê jiyîn em bidin xuyakirin û dîtin. Em li tevahiya cîhanê dibînin ku êdî dewlet li dervê qeydan in. Em dibînin ku pergal êdî nikare xwe bi aramiyê bi rêve bibe. Ji ber vê yekê serî li tundiyan dide. Hewl didin pirsgirêkan bi totalitarizmê çareser bikin. Êdî eksa siyasî û eksa aborî cih guhertine. Divê tenê li Tirkiye kesên bi KHK'ê ji kar hatine avêtin neyên dîtin. Li gel wan divê karker û karmendên ji kar hatine avêtin jî bên dîtin û çare ji pirsgirêkên wan re jî bê ditin. Herî zêde vê serdemê pêdiviya me ji têkoşîna ku em mil bidin hev û dest bidin hev heye. Divê em bêtir niha bi hevre têkoşînê xurt û mezin bikin. "