Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e

img
ENQERE - Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di komcivîna partiya xwe de têkildarî encamên hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê axivî û got: “Di 81 bajarên me de yek desthilat heye. Ew jî Serokkomar û dîwana wî ya wezîran e.” 
 
Serokkomarê AKP’î piştî hilbijartinên herêmî, yekem carê di komcivîna partiya xwe de axivî. Erdogan îdia kir ku Tifaka Komarê temînata Tirkiyeyê ye û wiha got: “Tekane desthilat heye, ew jî serokkomar û dîwana wî ya wezîran a ku gel reyeya birêvebirinê daye wan e.” 
 
Erdogan anî ziman ku dîwana wan a wezîran bi ser karê xwe ye û wiha got: “Ez kesên ku dixwazin tevliheviyê derdixin vedixwînim hevrûbûna vê rastiyê re. Demokrasî encamên îradeya gel qebûlkirin û nekirina hevrikiya gel e. Kêrî me nayê ku em wekî muxalefetê bi daneyan bilîzin û bi ser van siyasetê bidomînin. Divê beriya herkesê em encamên hilbijartinê rast bixwînin. Roja hilbijartinê roja karneya siyasetmedar û partiyên siyasî ye. Her kes dê li gorî xwe encaman ji hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê derbixe. Yen ku berê xwe didin encamên hilbijartinên herêmî, ji bîr dikin ku ev hilbijartina herêmî ye, jarno. Hinek li gorî xwe pênaseya rêveberiya xwecihî dikin û dixwazin rêveberiyek din ji xwe re ava bikin. Di 81 bajarên me de yek desthilat heye. Ew jî di hilbijartina 14 û 28’ê gulanê de gelê me erka birêvebirinê daye hatiye diyarkirin. Ev jî Serokkomar û dîwana wezîran a wî ye.
 
‘HÊZÊN NETEWEYÎ ÇI BIN HAMAS JÎ EW E’
 
Tu kes ne di qeyda şexsê min û dîwana wezîrên min de ye ku rabe hesasiyeta me ya Filîstînê nîqaş bike. Jiyana me bi doza Filîstînê de xwedî wate bûye. Em cihê Filîstînê di 7’ê cotmehê de hîn nebûne. Ev tevger û ev partî bi berprisyariya doza Filîstînê bilind bûye. Me tenê doza Filîstînê neparast, di heman demê de em qadroyekî ku berdêlên giran dane ne. Dê serokê doza Filîstînê bibe mêvanê min. Di pêvajoya Têkoşîna Neteweyî de ji bo Tirkiyeyê Hêzên Neteweyî (Kuvayı Milliye) çi be, Hamas jî heman tişt e. Em dizanin ku dê berdêla vê gotinê jî hebe.”