Ozgur Ozel bersiv da gotinên Bahçelî

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bertek nîşanî gotinên Bahçelî yên “Dîrok li ser sindoqê nehatiye nivîsandin. Bila her kesê aqilê xwe bîne serê xwe.” da û got: “Nîşandana çareseriya derveyî sindoqê bawerim ji hêla kesê ji her kesî re dibêje darbekar ve bi xeletî hatiye gotin."

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel piştî nimêja cejnê ya li Mizgefta Hatuniye ya navçeya Şehzadeler a Manîsayê, ji rojnamegeran re axivî. Ozel, bertek nîşanî gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên duh da ku digot: “Dîrok li ser sindoqê nehatiye nivîsandin. Bila her kes aqilê xwe bîne serê xwe.” 
 
Ozel, got ku ji dilê wî nayê ji bo van gotinên Bahçelî bibêje “cahîltî” û wiha domand: “Ez dixwazim wisa qebûl bikim ku bi xeletî ev gotn kiribe. Nîşandana çareseriya derveyî sindoqê bawerim ji hêla kesê ji her kesî re dibêje darbekar ve bi xeletî hatiye gotin. Da ku em ji bo xatirê cejnê em efû bikin. Gotinên wî ne li gorî ruhê cejnê ne. Di esasê xwe de naxwazim bersiva van gotinên wiha hişk bidim lê mijara sindoqê girîng e. Milet dewletê ava dike, destûra bingehîn diguherîne û çi bixwaze ew dibe.”