Qeyûm tayînî Şaredariya Pinarbaşiyê ya CHP’ê hate kirin

img
ENQERE - Şaredariya Pinarbaşiyê CHP’ê bi dest xist lê hilbijartin lê hatin betalkirin û dê hilbijartin di 2’yê hezîranê de jinûve bên kirin. Heta roja hilbijartinê Cîgirê Waliyê Qeyseriyê Omer Tekkeş weke qeyûm hate tayînkirin. 
 
Li Şaredariya Pinarbaşi ya Qeyseriyê CHP’ê ji sedî 33,30, MHP’ê ji sedî 31,18 deng wergirtin. Ji ber di 3’yê nîsanê de torbeyên bêmohr hatin teslîmkirin hilbijartinên Şaredariya Pinarbaşiyê û endamtiya Meclisa Şaredariyê ya Navçeyê ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve hate betalkirin. Pişt re biryar hate girtin ku hilbijartin di 2’yê hezîranê de jinûve bên kirin. Heta roja hilbijartinê Cîgirê Waliyê Qeyseriyê Omer Tekkeş weke qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin. 
 
Di daxuyaniya ji aliyê Walîtiyê ve hate kirin de wiha hate gotin: “Ji Şaredariya Pinarbaşiyê re bi pejirandina walîtiyê re heta 2’yê hezîranê ku hilbijartin dê bên nûkirin Cîgirê Waliyê Qeyseriyê Omer Tekeş hate peywîrdarkirin.”