Koçyîgît: Li Qersê qeyûm tayînî sindoqan hatin kirin

img
QERS - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî hilbijartinên li Qersê axivî û wiha got: “Bi hilbijêrên veguhestî re li Qersê vîna gel hate xespkirin û qeyûm tayînî sindoqan hate kirin.” 
 
Îktîdara AKP-MHP’ê bi rêya “hilbijêrên gerok” re li Qersê îradeya gel xesp kir. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî encamên hilbijartinê li avahiya xwe civîn li dar xist. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, namzetên hevşaredariyê yên Qersê Arzu Savaş Deman û Kenan Karahanci jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
‘GELÊ ME NÎŞAN DA KU TESLÎMÎ FAŞÎZMÊ NABE’
 
Koçyîgît, got ku Tifaqa Cumhur di hilbijartinê de şikestineke mezin xwariye û ev tişt anî ziman: “Em dikarin bibêjin ku ji encamên heyî keyfxweş in. Bi taybet jî gelê kurd seknekî nûwaza raber kir. Qeyûm besî wan nekir ku serî li her cureyên hîleyan dan. Lê me serkeftineke nûwaze bi dest xist. Ji encamên şevê din pir baş eşkere bû ku gel xwedî li têkoşîna xwe derketiye, li dora partiya me civiyaye, xwedî li ziman û çanda xwe derketiye û teslîmî faşîzmê nebûye.” 
 
‘ME 3 ŞAREDARIYÊN JI ME HATIBÛN STANDIN PAŞVE GIRTIN’
 
Bi domdarî Koçyîgît diyar kir ku ev du meh in bênavber dixebitin û wiha pê de çû: “Li Qersê hema hema li hemû malan geriyan. Weke encam me Qaxizman û Dîgor ên ji me hatibûn standin dîsa wergirtin. Me şaredariya Dagpinarê ya bi rêya qeyûm hatibû xespkirin dîsa stand. Ev serkeftineke mezin e. Me şaredarî standin û 7 endamên meclisa bajar ên me hene. Em ê bi rêya wan xizmetên xwe bidomînin.” 
 
‘MODÊLEKE NÛ YÊ QEYÛM PEYDA KIRIN’
 
Di berdewamê de Koçyîgît ev agahî parve kir: “Di navbera me û MHP’ê de ku şaredarî xesp kir, tenê 3 hezar û 264 deng hene. Me 13 hezar û 120 deng stand û MHP’ê jî 16 hezar û 384 deng. 3 hezar û 821 hilbijêr jî anîne bajêr. Ev kes di bin navê tedbîqetê de anîn vê derê. Wargehên li bajêr hatin valakirin û hilbijêrên qaçax lê bicihkirin. Van kesan li pêşiya wargehan bi çekan wêne kişandin û parve kirin. Dixwazim çendek girtekan jî parve bikim; di van girtekan de bi eşkereyî ji dengê xwe dane MHP’ê. Heke ev hilbijêrên veguhestî nebûna, dê Şaredariya Qersê di destê me de bûya. Lewma gotina ‘me şaredarî winda kir’ rast nîne. Me şaredarî bi dest xist lê hate xespkirin. AKP’ê heta niha yekser qeyûm tayîn dikir û şaredarî xesp dikir lê niha bi vê rêbaza derhiqûqî xesp dike. Tu rastiyeke MHP’ê ya li vî bajarî nîne ku şaredarî bi dest xist. Mixabin ev bajar dê serdemeke din ji hêla qeyûm ve were birêvebirin.” 
 
ZEMÎNEKE DEMOKRATÎK TUNE BÛ
 
Namzeta hevşaredariyê Arzu Savaş Derman jî got ku îcar li sindoqên Qersê qeyûm hatiye tayînkirin. Derman, wiha dom kir: “Ne em ne jî gelê me dê vê qebûl neke. Ji ber ku hilbijartin li ser zemîneke demokratîk çênebûn. Gelek hêz li dijî me bûne yek. Bi rêya veguhestinê dest danîn ser îradeya xelkê Qersê. Ev yek darbe ye. Kesên di jiyana xwe de Qers nedîtin ji bo dengdayînê hatin û piştî dayîna dengê xwe li keleha bajar wêne kişandin û çûn. Dê ev kêlî ji bo wan weke kêliyeke qirêjî di dîrokê de cih bigire. Guneha xelkê Qersê li stûyê wan e.” 
 
SPASIYA GEL KIR
 
Namzet Kenan Karahanci jî ev tişt anî ziman: “Ji derve 3 hezar û 821 kes anîbûn û dema tu van jê derdixînî, rastî derdikeve holê. Her çiqas bibêjin ‘me şaredarî bi dest xistiye’ jî, bila gelê me bizane ku li şaredariyê qeyûm hatiye tayînkirin. Em spasiya xelkê Qersê dikin ku li dijî zilmê xwedî li vîna xwe derket. Dê têkoşîna me ya li dijî neheqiyê bidome.”