NAVENDA NÛÇEYAN - Dengdayîna pêşhilbijartinên DEM Partiyê li gelek bajaran didomin. Li hin deveran namzeta diyar bûn. 
	Dengdayîna pêşhilbijartinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya GElan (DEM Partî) li gelek bajaran didomin. Li hin deveran namzeta diyar bûn. 
	Halkların Eşitlik ve Demokrasi Partisi'nin (DEM Parti) 31 Mart yerel seçimleri öncesi adaylarını belirlemek için birçok kentte gerçekleştirdiği halk oylamaları sürüyor. Bazı kentlerde bugün ikinci tur oylamaları yapıldı. İkinci tur oylamalarının yapıldığı bazı merkezlerde kazanan isimler de netleşmeye başladı.  
	RIHA 
	Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredarî, endamên meclisên şaredariyê û meclisa giştî ya bajar, li gelek bajaran pêşhilbijartin li dar xist. Li gelek bajaran dengdayîn didome. Li hinek bajaran kesên bi ser ketin diyar bûn. 
	Li navçeya Wêranşar a Rihayê duh dengdayîn hate kirin. Lê ji ber ku ji bernamzetan tu kesan jê rêjeya ji sedî 50 derbas nekirin, îro tura duyemîn hate lidarxistin. Dengdayîn, li Eywana Konferansan a Fethî Yildirim hat lidarxistin. 
	Ji bernamzetên jin Dîlan Dogan, bi leha Rûken Baran bernamzetiya xwe paşve kişand. Bi vê yekê re Rûken Baran bû namzeta hevşaredariyê. Di hilbijartina ji bo bernamzetên zilam Hidir Oktay û Fadil Mendanlioglû de jî 608 delegeyan dengên xwe dan. Mendanlioglû piraniya dengan wergirt. Mendanlioglû bernamzetên şaredariyê pîroz kir û got: “Em ê bi hev re bi ser kevin.” 
	AKDENÎZ
	Tura duyemîn a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê li Eywana Dawetan a Şahê hat lidarxistin. 7 sindoq hatibûn danîn û 833 delegeyan dengê xwe dan. Ji bernamzetên zilam hoşyar Sariyildiz bi 417 dengan û ji bernamzetên jin Nûriye Arslan jî bi 510 dengan bi ser ket. 
	Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin di dema hejmartina dengan de axivî û wiha got: “Di dîroka Tirkiyeyê de em karekî pir binirx dikin ku ji bo hemû partiyan bibe mînak. Di vê mijarê de hemû encamên derdikevin holê pir biqîmet in.” 
	GIYADÎN
	Li navçeya Giyadîn a Agiriyê jî ji bo bernamzetan tura duyemîn a hilbijartinê hate lidarxistin. Di tura duyemîn de Adnan Dogan bi 107 dengan bi ser ket. Namzeta hevşaredariyê ya jin jî dê ji hêla komîsyona navendî ve bê hilbijartin.
	KOP
	Li navçeya Kopê ya Mûşê di tûra duyem de Aryan Dogan û Arafat Kardagi hatin hilbijartin. 
	WESTAN
	Li navçeya Westan a Wanê tûra duyem a hilbijartinê hat kirin. Di tûra duyan de ku ji bo bernamzetên mêr hat lidarxistin Bedrettîn Dînçer hat hilbijartinç Namzeta jin, dê ji aliyê komîsyona navnedî ve bê hilbijartin. 
	ŞAX 
	Li navçeya Şax a Wanê jî tûra duyan a hilbijartinê hat lidarxistin. Di tûra duyan de Alî Osman Baran xwe ji bernamzetiyê da alî. Bernamzetê din Reşat Ersalan bi ser ket. Namzeta jin jî dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. 
	TATOS  
	Li navçeya Tatos a Erziromê jî di tûra duyan a hilbijartinê de Abdûrrahman Sever hat hilbijartin. Namzeta jin jî dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. 
	DEP
	Li navçeya Dep a Xarpêtê jî di tûra duyan de Cabbar Ûgûr bi ser ket. 
	COLEMÊRG
	Li navenda Colemêrgê di tûra duyan de Viyan Tekçe û Mehmet Siddik Akiş bi ser ket. 
	DÊRIK
	Li navçeya Dêrk a Mêrdînê di tûra duyan de Cengîz Temellî bi ser ket. Duh jî ji bernamzetên jin Songul Ozbahçeçî bi ser ketibû. 
	SÊRT 
	Li navenda SÊrtê Safiye Alagaş û Mehmet Kaysî bi ser ketin. ,
	MISIRC 
	Li navçeya Misirc a Sêrtê Sadiye Aktîn û Alî Riza Bîngol bi ser ketin. û
	AGIRÎ
	Li navenda Agiriyê Memet Akkûş bi ser ket. 
	PANOS
	Li navçeya Panos a Agiriyê di tûra duyan de Rojbîn Kartal û Cabîr Tozûn bi ser ketin. 
	ÎDIR
	Li navenda Îdirê Mehmet Nûrî Guneş û Nejla Kûm bi ser ketin. 
	TOZAN 
	Li navenda Tozan a Îdirê di tûra duyan de Yilmaz Korkûsûz bi ser ket. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. 
	HEZEX
	Li navçeya Hezexê di tûra duyan de Dogan Adibellî bi ser ket. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. 
		ÊLIH
	
		Li Êlihê di rûra dutan de Gulîstan Sonuk û Mehdî Oztuzun bi ser ketin. 
	
		ÇEWLIG
	
		Li Çewligê di tûra duyan de Aydin Bûrçîn bi ser ket. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. 
	
			NORŞÎN
		
			Li navçeya Bedlisê Norşînê Mehmet Şîrîn Oncu bi ser ket. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. 
		
			XELAT
		
			Li navçeya Xelat a Bedlisê Erkan Akbûdak bi ser ket. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. 
		
				XÎZAN
			
				Li Xîzanê Kerem Ogûr herî zêde deng girtin û wekî namzte hat hilbijartin. 
			
				BAZÎD 
			
				Li Bazîda Agiriyê Gonul Ozturk û Kenan Alkan hatin hilbijartin. 
			
				GIYADÎN
			
				Li navçeya Giyadîn a Agiriyê di tûra duyan de ji namzetên mêr Adnan Dogan hat hilbijartin. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. 
			
				ERZIROM/XINÛS 
			
				Li navçeya Xinûs a Erziromê Gulser Erene hat hilbijartin. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. 
			
				QEREYAZÎ
			
				Li navçeya Qereyazî ya Erziromê di tûra duyan de ji bernamzetên mêr Fûat Tûtkûn hat hilbijartin. 
			
				QEREÇOBAN
			
				Li navçeya Qereçoban a Erziromê Kazim Erhan hat hilbijartin. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. 
			
				MÛŞ
			
				Li Mûşê di tûra duyan de Sirri Soylemez hat hilbijartin. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. 
			
				MILAZGIR
			
				Li navçeya Milazgir a Mûşê Gulistan Ozel û Ahmet Kenan Turker hatin hilbijartin. 
			
					GIMGIM
				
					Li Gimgima Mûşê Giyasettîn Aydemîr û Gulbahar Kaya hatin hilbijartin. 
				
					BÊGİRÎ
				
					Li navçeya Bêgir a Wanê di tûra duyan de Bariş Yilmaz bi ser ket. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. 
				
					TÛŞBA
				
					Li navçeya Tûşba ya Wanê Hanim Akkoş û Umît Keser bi ser ketin. 
				
					ELBAK
				
					Li navçeya Elbak ya Wanê di tûra duyan de Fevzî Caner û Şengul Polat bi ser ketin. 
				
						HEZO
					
						Li navçeya Hezo ya Êlihê Hulya Oztekîn û Mehmet Reşît Haşîmî bi ser ketin. 
				