AMED - Berhemên bi navê “1001 Peyvên Kêmnas Di Kurdiya Kurmancî Da” û “Jîyaneka Berevajî: Têbiniyên Li Ser Jiyanekê” yên Bahoz Baran, ji Weşanxaneya Wardozê der çûn.
	Weşanxaneya Wardozê yek jê di kategoriya ramanê de yek jê jî di kategoriya ferhengê de du pirtûkên nû yên nivîskar Bahoz Baran çap kir. Berhemên bi navê “1001 Peyvên Kêmnas Di Kurdiya Kurmancî Da” û “Jîyaneka Berevajî: Têbiniyên Li Ser Jiyanekê” li ser platformên onlîne û pirtûkxaneyan têne peydakirin.
	Bahoz Baran ê berê jî di warê ramanê de berhema “Ferhenga Bişaftinê” nivîsî bû, bi berhema “Jîyaneka Berevajî” re careke din li ser bişaftinê û bandora wê ya li ser kesayetiyên bindest radiwesite. Bi vê berhemê dixwaze xwendekar bi wan kodên bişaftinê yên di kesayetiyê de bi cîh bûne û gelek caran haya mirovan jê tune ye bihesin. 
	Berhem ji 13 beşên bi serenavên “Bişaftin”, “Nakokî”, “Ziman”, “Hişmendî”, “Sîyaset”, “Mêtî”, “Edebîyat”, “Nivîskar”, “Wergêran”, “Weşanxane”, “Ferheng”, “Mêtinkar” û “Gotin” pêk tê. Di binê her serenavî de xwendekar rastî gelek dîmen û kêliyên bindestiyê û mêtinkariyê tê. Lê ev dîmen û kêlî ji hev hatine veçirandin û bi gotinê hatine deqkirin. Bahoz Baran gotina “Dilê mêtîyan xweş nekin, heta ji we tê rastîya wan ji wan ra bibêjin ku dilê wan ji wan bixele” a Faulo Freire ji xwe re esas girtiye û di vê çarçoveyê de ev pirtûka ku weke “acizker” pênase dike, nivîsîye. 
	Di berhema ku îthafî “hemû xemxurên zimanê kurdî” hatiye kirin de çend gotinên deqkirî wiha ne:
	Dagirkerî. - Mal, welat û hişê mirov û neteweyan ne bi tank û top û leşkeran, bi zimanî tê dagirkirin.
	Zarokên bîrkuj. - Ziman bîr e, bi her zarokekî nû yê bişaftî ra kevirekî diavêjin bîra xwe û wê dixitimînin.
	Kesê ne li mala nizane bi hala. - Jîyana gelek sîyasetmedarên kurd ne bi zimanê wan e, loma pir li ber rewşa zimanî nakevin.
	Pêşî sor dike, paşê şor dike. - Hin nivîskarên wan pirtûkên xwe pêşî bi zimanê serdestan lê dikin û paşê werdigerînin ser zimanê xwe.
	Pirtûka pîroz. - Ferheng, pirtûka pîroz a zimanekî ye. Bê pirtûka xwe ya pîroz dijîn, loma tim rêya xwe şaş dikin.
	1001 PEYVÊN KÊMNAS  
	Bahoz Baran ji 2012’yan û vir ve dest bi berhevkirina peyvên kêmnas kiriye û di encamê de jî pirtûka xwe ya “1001 Peyvên Kêmnas Di Kurdiya Kurmancî Da” nivîsiye. Nivîskar destnîşan dike ku ew î di têkiliyên rojane û xebatên berhevkariyê de çi peyveke ku berê nebihîstiye qeyd kiriye û bi pey pênaseya wan ketiye. Di envamê de jî ev xebat bûye berhemek û gihîştiye ber destên xemxurên zimanê kurdî. Bahoz Baran di pêşgotina berhemê de qesda xwe ya ji peyvên kêmnas wiha dibêje: “Peyvin hene ketine nav ferheng û qada nivîsê û kêm zêde belav bûne. Çi nû çi kevn, peyvin jî hene devkî ne bi herêmekê sînordar mane û di ferhengan da bi cih nebûne… Di vê xebatê da 1001 peyv hene  ku min bêhtir ew ji herêma Amedê berhev kirine.” Çend peyvên ku li ser wêneyê bergê jî nivîskar cih daye wan wiha ne: “aberî, bavgoriz, çûnxweş, darweş, eybdar, fîtoz, gîma, herdimcan, kandew, lorgoz, mûmar, nawis, oberî, pêgog, qefî, rastemal, singal, şûnbaran, tabwinda, vata, werzeba, xone, zimankus.” Bahoz Baran pirtûkê îthafî dayika xwe Xanimê dike û wiha dibêje: “Ji bo dêya min Xanimê, li ber wan tiştan dikevim, ew tiştên ku min qeyd nekirine û dê bi te ra bimînin.”
