Komîsyona Hilbijartinê ya HEDEP’a Mêrdînê bang li jin û ciwanan kir

img
MÊRDÎN - Komîsyona Hilbijartinê ya HEDEP’a Mêrdînê destnîşan kir ku serlêdanên berendamtiyê yên hilbijartinên herêmî berdewam dikin û bang li ciwan û jinan kir ku ji bo berendamtiyê serlêdanê bikin. 
 
Komîsyona Hilbijartinê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Mêrdînê, têkildarî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê, li avahiyê partiya xwe daxuyanî da. Daxuyanî Berdevka Komîsyona Hilbijartinê Gulistan Oncu xwend. 
 
Oncu destnîşan kir ku ew ketine pêvajoyeke girîng a hilbijartinê û diyar kir ku di Komîsyona Hilbijartinê ya HEDEP’a Mêrdînê de serlêdan berdewam dikin û got: “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bila serlêdanê bikin. Gelê me dikare ji bo hevşaredarî û encumentiyê serlêdanê bikin. Bi taybetî em bang li jin û ciwanan dikin. Werin serlêdanê bikin. Em bajarê xwe, bi hev re jinûve ava bikin, jiyana demokratîk bi hev re ava bikin. Em ê di 31’ê adarê de biçin ser sindoqan û xwedî li îradeya xwe derbikevin.”