ENQERE - Wekîlên DEM Partiyê û AKP’ê yên Wanê, ji bo pirsgirêkên xelkê bajêr dijî û nîqaşkirina çareseriyên wan, li Meclisê civiyan.
Serokwekîla Meclisê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û wekîlên Wanê, li Meclisê bi wekîlên AKP’î yên Wanê re civiyan.
Hevdîtin, li ser daxwaza Pervîn Buldanê pêk hat. Civîn, li odeya Pervîn Buldanê ya li Meclisê hate kirin. Wekîlên DEM Partiyê yên Wanê Zulkuf Uçar, Sînan Çîftyurek, Gulderen Varli, Mahmût Dîndar û wekîlên AKP’î yên Wanê Burhan Kayaturk û Kayhan Turkmenoglû tev li civînê bûn.
Di hevdîtinên de li ser pirsgirêkên xelkê Wanê dijî û çareserî hatin nîqaşkirin. Wekîlên DEM Partî û AKP’î biryar dan ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan ji vir şûnde bên gel hev.
