Turk: Têkoşîna me têkoşîna azadiyê ye
Aydenîz: Heta tecrîd bi dawî nebe dê azadî neyê

img
MÊRDÎN - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk di kongreya HEDEP’a Mêrdînê de axivî û got; “Dê têkoşîna me bibe têkoşîna azadiyê.” Saliha Aydenîz a HEDEP’î jî ev tişt anî ziman: “Heta ku tecrîd bi dawî nebe dê azadî neyê.” 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Mêrdînê li hotêleke bajar 3’yemîn Kongreya Awarte li dar xist. Di kongreyê de bi gelek zimanan pankarta “Hûn bi rêx hatin” û pankartên “Ber bi azadiyê ve” û “Hevserokatî xeta me ya mor e” hatin daliqandin. Bi hezaran kes tev li kongreyê bûn. Ji ber tevlibûna zêde, cihê welatiyan li eywanê nekir. 
 
JI BO OCALAN DAXWAZA AZADIYÊ 
 
Piştî hilbijartina endamên dîwanê, ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn deqeyek rêz hate girtin. Serokê Dîwanê Nazim Kok, bal kişand ser polîtîkayên zextê yên li ser gelê kurd. Kok, got ku gelê kurd li dijî polîtîkayên qirêjî li ber xwe dide û ev tişt anî ziman: “Bi sala ye gelê kurd l i ber xwe dide. Afirînerê vê fikra têkoşîna azadiyê jî birêz Abdullah Ocalan e. Lê belê em îro tu agahiyan ji wî nagirin. Divê birêz Abdullah Ocalan tavilê azad bibe.” 
 
Hevserokê HEDEP’a Mêrdînê Alaattîn Turan jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku aştiyeke birûmet tenê bi azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêkan e. 
 
TURK: TÊKOŞÎNA ME TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YE 
 
Siyasetmedar Ahmet Turk jî di kongreyê de axivî û ev tişt anî ziman: “Bi salên dûvdirêj e ku gelê kurd ji bo azadî û wekheviyê têdikoşe û bedelên giran da. Têkoşîneke mezin da. Gelê kurd ji bo azaidya xwe, xwedî li maf û pêşeroja xwe derket. Tevî lîstikên qirêjî jî berxwedana gelê kurd hêj li ser pêyan e û ji bo pêşerojê têdikoşe. Bi hezaran nûnerên kurdan niha girtî ne. Beriya her tiştî, birêz Abdullah Ocalan ku ji bo kurdan deriyê jiyaneke nû vekir di girtîgehê de ye û di nava tecrîdê de tê ragirtin. Gelê kurd îro li ser pêyan e û ji bo azadiyê têdikoşe. Rayedarên AKP’î, gotina Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel a derheqê kurdan de ‘îstîsmar’ dikin. Tu kes nikare kurdan îstîsmar bike. Têkoşîna me, têkoşîna wekhevî, demokrasî, azadî û edaletê ye. Yên ku li dijî gelê kurd sûcên li dijî mirovahiyê dikin, qala îstîsmarkirina kurdan dikin. 
 
Em ketin gelek hilbijartinan lê me li gelek cihan deng winda kirin. Ev yek ne kêmasiya gel, kêmasiya me ye. Divê em rexnedayîna xwe bikin. Serkeftinê ji bo hevalên nû hatine hilbijartin dixwazim. Dem dema azadiyê ye.” 
 
AYDENÎZ: HETA TECRÎD BI DAWÎ NEBE AZADÎ NAYÊ 
 
Parlamentera HEDEP’ê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz jî bal kişand ser greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wiha got: “Di şexsê birêz Ocalan de tecrîd li tevahiya civakê tê ferzkirin. Heta ku tecrîd ranebe dê azadî neyê. Heta tecrîd bi dawî nebe dê polîtîkayên qirêjî yên li ser civakê bi dawî nebin. Divê girtiyên siyasî yên ketine greva birçîbûnê bi tenê neyên hiştin.” 
 
HEVSEROKÊN NÛ 
 
Di kongreyê de gelek caran ji bo Abdullah Ocalan dirûşm hatin berzkirin. Piştî xwendina raporên fealiyet û darayî, hilbijartin hate kirin. Mehmet Mîhdî Tunç û Neclsa Acibuca weke hevserokên nû hatin hilbijartin.