Şandeya Îmraliyê bi Alî Babacan re civiya

img

ENQERE - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, bi Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan re civiya.

 
Endamên Şandeaya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol dê bi partiyên siyasî re bicivin. Şande, bi Serokê Giştî yê DEVA’yê Alî Babacan re saet di 11.00’an de li Navenda Giştî ya DEVA’yê civiya.
 
Piştre, Şandeyê ji bo hevdîtina bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî derbasî Meclisê bû. Şande dê saet 14.00’an de bi Bahçelî re bicive.