Meşvanan ‘govenda azadiyê’ gerandin
- rojane
- 11:23 02/2/2024
Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Wanê li Şemzînanê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate pêşwazîkirin. Meşvanan piştî pêşwazîkirinên “govenda azadiyê” gerandin.
Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Wanê li Şemzînanê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate pêşwazîkirin. Meşvanan piştî pêşwazîkirinên “govenda azadiyê” gerandin.
Abdurrahîm Yilmaz ku li Girtîgeha Odemîşê dihat ragirtin, piştî 31 salan tehliye bû.
Kesê bi navê Sabrî Çelebî ku weke “Palali Sabrî” tê naskirin û di dema çalakiyên Geziyê de êrişî çalakvanan dikir, di êrişeke çekdarî de hate kuştin.
Li dijî Dêra Santa Marîayê êriş hatibû kirin û kesekî jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî êrişê lêpirsîn hatibû destpêkirin û 2 jê êrişkar bi giştî 25 kes hatin girtin.
Ji rojnameger Silêman Ehmed ku ji hêla asayîşa PDK’ê ve hatibû revandin 101 roj in tu agahî nayên girtin. Tevahiya hewldanên ji bo hevdîtinê ji hêla PDK’ê ve tên astengkirin.
Bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Çalakiya girtiyên siyasî di roja 68’an de didome.
Girtiyê bi navê Ferman Altûntaş ku ji betalkirina rêziknameya Dadgeha Destûra Bingehîn der barê "bêyî endamtiya rêxistinê li ser navê rêxistinê sûc" de sûd girt, bi hinceta "ne di rewşeke baş de ye" berdana wî ji aliyê lijneya îdare û çavdêriyê ve hat betalkirin.
Hevalê Viyan Soran a ku 18 sal beriya niha li dijî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir, Abubakir Mecîd ew vegot. Mecîd, diyar kir ku Viyan Soranê bi tevlibûna xwe sînorên civakî yê ku jinan re hatine xêzkirin derbas kir û got: "Bi çalakiya xwe biryardayina pêşengiya jiyaneke azad nişan da."
Li Hatayê ku di erdhejê de 5 nexweşxane hilweşiyan, xwegihandina tenduristiyê pirsgirêkek mezin e. Ji ber kêmbûna bijîşkan û nebûna alavan, nexweşên mexdûrên erdhejê neçar dimînin ku biçin bajarên derdorê.
Di ser erdhejan re salek derbas bû. Di vê pêvajoyê de girîngiya platformên sivîl zêdetir derket holê. Ji Maseya Krîzê ya ku wê demê xwe gihand 250 hezar mexdûrên erdhejê Abdussamed Ûcaman got: "Eger ji me re bihiştana, me dikarîbû li bajarên derdorê jî ev pergal bimeşanda."
Li Pasûrê ku ji derve gelek dengdêr li ser hatine tomarkirin, gel got: "Dê hilbijêrên wan nikaribin qeyûman rizgar bikin. Em ê qeyûman bişînin Enqereyê."
HDK'ê ji Stanbolê bi fenerên miradê piştgiriya xwe ya ji bo "Meşa Azadiyê ya Mezin" a ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'Ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin, da der.
109 rêxistinên sûriyeyî diyar kirin ku êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina binesaziyan "krîzeke mirovî" li herêmê çêkiriye û bang li hêzên navneteweyî kirin ku li dijî vê tevbigerin da ku êriş bi dawî bibin û parastina welatî û binesaziyan bikin.
Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ku li Wanê di "Meşa Azadiyê" de hatin binçavkirin, serbest hatin berdan.