Li Serêkaniyê pîrozbahiya biheybet a taxê
- rojane
- 09:04 18/3/2024
DEM Partiyê li navçeya Serêkaniyê bi tevlibûna hezaran kesan pîrozbahî li dar xist.
DEM Partiyê li navçeya Serêkaniyê bi tevlibûna hezaran kesan pîrozbahî li dar xist.
Rojnameger Silêman Ehmed ku 146 roj berê ji hêla asayîşa PDK’ê ve hate revandin û ev bû 146 roj tu agahî jê nayên girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd daye destpêkirin di roja 113’an de didome.
Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Îbrahîm Kasûn, anî ziman ku ji bo pîrozbahiyên Newroza ku sibê dê li Dêrsimê bê pîrozkirin amadekarî bi dawî bûne û wiha got: “Tevlibûna zêde ya Newroza Dêrsimê dê bibe nîşaneya serkeftina hilbijartinê.”
Hevberdevkê Komîteya Amadekar a Newrozê Yakûp Orak ê ji bo Newroza dê di 19’ê adarê de li Êlihê bê pîrozkirin banga tevlibûnê kir, wiha got: “Em li bendê ne ku gelê me bi cilên xwe yên herêmî zû bên qadê.”
Namzetên Hevşaredariyê yên Tifaqa Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak sozên di danezana xwe ya hilbijartinê de kirin proje. Di projeyan de gelek tiştên weke perwerdeya bi zimanê dayikê, çand û huner, dizaynkirina bajêr di nav tiştên ku dê bên çêkirin de cih girtin.
Şevê din li navçeya Rezan a Amedê agirê Newrozê hat vêxistin û pîrozbahî hat lidarxistin.
Hejmara 222’yemîn a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rabe Newroza azadiyê ye” derket.
Di pîrozbahiya Newrozê ya li navçeyên Peyas û Bajarê Nû hate kirin de bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehen berdewam dike û bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” Newroz hate pîrozkirin.
Li Sêrtê agirê Newrozê yê ewil hat pêxistin û li kolanan dirûşmeya “Bijî Serok Apo” olan da.
Li navçeya Silopiyayê jinan bi meşaleyan Newroz pîroz kirin.
Partiyên siyasî û rêxistinên ku di Newroza Yenîkapiyê ya bi sed hezaran kes beşdar bûn de axivîn gotin “Niha dem dema azadiyê ye” û li dijî desthilatê peyama têkoşîna bi hev re dan.
Şaredariya Dîcleyê ya AKP’î destûr neda ku DEM Partî mala şînê ya aydê şaredariyê ji bo mewlîda ji ber meha Remezanê bide, bikarbîne.
Pêkhateyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê agirê Newroza 2024ˊan pêxist û bang li gel kirin ku tev li Newroza ku dê li bajarok, navçe û bajaran were pîrozkirin bibin.