Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
- rojane
- 13:18 19/3/2024
Girtiyê siyasî Alp Altinors di Doza Kobanê de beriya biryarê gotinên xwe yên dawî kir û wiha got: “Di vê dozê de gotina me ya ewil çi be, ya dawî jî ew e.” Alî Urkut jî wiha got: “Gotina ewil a têkildarî vê dosyayê siyasetê kir.” Ayla Akat Ata jî ev tişt anî ziman: “Dê kesên ji bo bedeldayînê amade, bigihijin armanca xwe.”