Li Hezexê şahiya gel
- rojane
- 23:13 25/3/2024
Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ku di şahiya gel a li Hezexê de axivî, bang li gel kir ku biçin ser sindoqan û got: "Divê her yek ji me kesekî qaneh bike."
Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan ku di şahiya gel a li Hezexê de axivî, bang li gel kir ku biçin ser sindoqan û got: "Divê her yek ji me kesekî qaneh bike."
Di hevdîtina gel a li Serêkaniyê de ku veguherî mîtîngê, siyasetmedara kurd Leyla Zana bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Birêz Abdullah Ocalan bi felsefeya xwe ya ronakbîrî bi rêbazên demokratîk dixwaze pirsgirêkên siyasî, civakî û erdnîgarî ronî bike."
Li Bahçelîrevlerê Ûgûr Falayê ji 20 sûcên cuda qeydên wî hene û 10 roj berê bi destûr ji girtîgehê derket, dêya xwe Husna û xwişka xwe Îrem Falayê bi çekê qetil kir.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ku beşdarî civînên gel ên DEM Partiyê yên li Dêrsimê bû, diyar kir ku ew li pişt daxuyaniya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan in ku di Newroza 2013'an de hat xwendin.
Li qada Apê Mûsa ya Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin.
Ji kesên xwestin Ayten Behçetê ya di girtîgehê de dawî li jiyana xwe anî bibîr bînin hatin binçavkirin, zarokên bi navê K.O. û B.A. û ciwanê bi navê Ramazan Altintaş hatin girtin.
Li Wêranşarê beriya hilbijartinên xwecihî bi deh hezaran kes tevlî civîna gel bûn.
Parlamenterê DEM Partiyê Huseyîn Olan serdana xwendavanên wargeha KYK’yê ên ji xwarinê jehrî bûne kir.
Hatîce Yildiz (75) ya ku bi sedyeyê hate girtin, li girtîgeha ku 3 roj in bi tena serê xwe lê tê ragirtin ji ser hişê xwe çû. Parêzerê Yildizê bi daxwaza taloqkirina înfazê û berdana bi şertê kontrola edlî serlêdan kir.
Yalçin Kaval ê li Colemêrgê rastî tundiya polîsan hatibû, bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Herêma Çiyayê Gabarê a di nava sînorên Şirnexê de dimîne, cara heftemîn ji bo 15 rojan wek Herêmê Ewlehiya Taybet hate îlankirin û ji têketinan re hate qedexekirin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku ji Abdullah Ocalan û muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê 3 sal in bi tu awayî agahiyê nagirin û bang kirin ku rewşa agahînegirtinê bê bidawîkirin.
Li Qada Sultançîftlîgiyê dema rêveberên DEM Partiyê xwestin standa hilbijartinê vekin, ji aliyê Partiya Zafer û polîsan ve hatin astengkirin.
Serokê AKP’ê yê Şirnexê yê berê Mehmet Demîr ê ji FETO’yê kete girtîgehê, li qadê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dimeşîne.
Hilbijartina piştî ku dema peywira Serokê Dadgeha Bilind Mehmet Akarca bi dawî bû, hat lidar xistin ji tura duyemîn re ma.