Li Xelfetiyê serkeftina hilbijartinê: Em diyarî Ocalan dikin
- rojane
- 08:46 01/4/2024
DEM Partiyê serkeftina xwe ya hilbijartinê heta derengiya şevê pîroz kir.
DEM Partiyê serkeftina xwe ya hilbijartinê heta derengiya şevê pîroz kir.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Bedlîsê Huseyîn Olan da zanîn ku dê li navenda bajar li dijî zêdetirî hezar dengên nederbasdar hatine hesibandin îtîraz bikin û got: “Em ê îradeya gelê xwe terkî zîhniyeta talanker nekin.”
Li Esenyurtê ji sedî 99’ê sindoqan hatin vekirin û namzetê CHP’î Ahmet Ozer ku DEM Partî di çarçoveya “lihevkarina bajar” de piştgirî daye wî, bû yekem.
DEM Partiyê tevî veguhestina leşker û polîsan jî, li gorî encamên nefermî, şaredariyên 3 bajarên mezin, 7 bajar, 59 navçe û 8 bajarokan bi dest xist.
Xelkê Îdirê li dijî AKP-MHP û tevahiya sazî û kadroyên dewletê serkeftineke mezin bi dest xist. Xelkê bajar li kolanan serkeftina xwe bi dirûşma “Bijî Serok Apo” pîroz kir.
Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskîn Bayindir anî ziman ku ew ê destûr nedin faşîzma AKP û MHP’a ku dixwaze bi veguhestina dora 10 hezaran dengên îradeya gelê Şirnexê xesp bike.
DEM Partî li Colemêrg û Gevera hezaran leşker û polîs lê hatibûn veguhestin, şaredarî bi dest xistin. Pîrozbahiyên gel heta nîvê şevê dom kirin.
DEM Partiyê li Rihayê li 7 navçeyan şaredarî bi dest xistin. Bêrecûk cara ewil hate bidestxistin û Curnê Reş piştî 1979’an careke din hate wergirtin.
Parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî li pêşiya avahiyê Bedlisê destnîşan kir ku encamên tên parvekirin rastiyan venabêjin û wiha got: “Em ê destûr nedin yek dengê me jî were xespkirin.
DEM Partiyê li Sêrta di bin rêveberiya qeyûm de tevî hilbijêrên veguhestî jî bi ferqa 9 hezar û 301 dengan şaredarî bi dest xist û rekor şikand.
Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê îlan kir ku ji bilî Şaredariya Bajarê Mezin her 14 şaredariyên navçeyan wergirtine.
Li gorî encamên hilbijartinê yên ne teqez DEM Partiyê ji bilî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê şaredariyên Artûklû û Kerboranê yên di destê AKP’ê de jî bi dest xistin. Serkeftina DEM Partiyê bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hate pîrozkirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen û kesên pê re hatin berdan.
Li Qilebana ku bêusilî lê hatine jiyîn gel li pêşiya lijneya hilbijartinê nobet da destpêkirin. DEM Partî daxuyand ku ferqa dengan daket 127’an.
Namzetên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin a Stenbolê têkildarî encamên hilbijartinê axivîn. Mûrat Çepnî got ku polîtîkaya AKP’ê ya şer têk çû û Meral Daniş Beştaş jî got: “Bila Îmamoglû teqez nebêje ‘ev deng ên min in.’ Ev deng, dengên gelê me ne ku xwest AKP’ê ceza bike.”