Ozgur Ozel: Li dijî îradeya gel kemîn hat danîn
- rojane
- 16:08 02/4/2024
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel daxuyanî da û got: “Mazbatayê didin endamê duyemîn ev şermzarî tunehesibandina îradeya gelê Wanê, danîna kemînê ye.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel daxuyanî da û got: “Mazbatayê didin endamê duyemîn ev şermzarî tunehesibandina îradeya gelê Wanê, danîna kemînê ye.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê têkildarî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdûllah Zeydan got ku divê demildest dest ji vê biryarê bê berdan. Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan jî destnîşan kir ku ya hatiye kirin "darbeyeke siyasî" ye.
Rojnameger Evîn Buldan ku di sala 2017’an di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, ji hêla hempîşeyên xwe û xizmên xwe li ser gora xwe hat bibîranîn.
AKP a ku dixwaze Şaredariya Bazarcixê ku ketibû destê DEM Partiyê xesp bike û ji bo vê li YSK’ê îtîraz kir.
Piştî ku mazbata nedayîn Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, li seranserî bajar protesto dest pê kirin. Li hemû kolan û cadeyan agir hatin vêxistin û rê ji trafîkê re hatin girtin.
Ji bo navçeya Curnê Reş ku DEM Partiyê şaredariya wê bi dest xistibû, li ser îtîraza AKP’ê ya ji bo 15 sindoqan biryar hate dayîn ku hilbijartin jinûve were lidarxistin.
Rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê piştî encambûna hilbijartinên 31’ê adarê, dest bi valakirina embara xûrekan kir û hat zanîn ku hatine revandin teslîmî şaredariyên AKP’î hatine kirin.
Parêzer Mahsûnî Karaman bertek nîşanî paşvegirtina mafên qedexekirî yên Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan da û got: “Biaxivin, hûn hiqûqnasên kê ne?” Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî got ku tu aliyê hiqûqî yê biryara hatiye dayîn nîne.
Dê biryara paşvegirtina mafên qedexekirî yên namzetê hevşaredariyê yê Wanê Abdullah Zeydan ku li ser fermana AKP’ê hate dayîn, li gelek bajar û navçeyan were protestokirin.
Bi destê darazê mafên qedexekirî yên Abdullah Zeydan paşve hatin girtin. Serokwekîlê Koma CHP’ê Gokhan Gunaydin bertek nîşan da û wiha got: "Em vê hewldana li dijî gelê Wanê hatiye kirin qebûl nakin.”
DEM Partiyê têkildarî nedayîna mazbataya namzetê hevşaredariyê Abdullah Zeydan daxuyanî da û got: “Darbeys siyasî didome. Me li dijî biryarê îtîraz kir.”
Piştî ku mafên qedexekirî yên namzetê hevşaredariyê yê Bajarê Mezin a Wanê paşve hatin girtin, MYK’a DEM Partiyê biryar da ku civîna xwe li Wanê li dar bixe.
OHD’ê ragihand ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a Wanê mazbata da namzetê AKP’ê yê di hilbijartinê de têkçûyî Abdulahat Arvas.
19 baroyan bertek nîşanî leşkerên “veguhestî” dan û gotin: “Ev sepanên ku rewabûna hilbijartinê ji holê radikin, dê weke rûreşiyekê di dîroka demokrasiyê de cih bigirin.”
DEM Partî biryara têkildarî Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hatiye dayîn protesto dike. Esnafan derabeyên dikanan venekirin û li hemû kolanan protesto dest pê kirin.