Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
- rojane
- 09:02 17/4/2024
Rêxistinên hiqûqê yên Rihayê, têkildarî çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd dane destpêkirin, diyar kirin ku bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka herkesê ye û bang li baro, rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî kirin ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û daxwazên girtiyan bi cih werin çalakiyên cûr bi cûr li dar bixin.