Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
- rojane
- 12:00 15/4/2024
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li sînorê Seqîz û Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê du kolber di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de hatin qetilkirin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li sînorê Seqîz û Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê du kolber di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de hatin qetilkirin.
Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Eylem Bîrtane, da zanîn ku dê Nobeta Edaletê veguhêzin qonaxeke cuda û dema amadekarî temam kirin dê daxuyaniyê bidin.
Hat destnîşankirin ku balefirên şer ên Tirkiyeyê, gundên Gelî Reş û Kem Gorayan yên li sînorê Biradosta Hewlêrê bombebaran kir. Derbarê encama bombebaranê tu agahî nehatin bidestxistin.
Girtî Bakir Ozturk ê di axaftina bi telefonê ya bi malbata xwe re ya dawî de têkildarî çalakiya xwe ya bi daxwaza “Ji Abdullah Ocalan re azadî” axivî, xwest ku hemû beşên civakê ji bo wan bibin dengek.
Rojnameger Silêman Ehmed 174 roj berê ji hêla asayîşa PDK’ê ve hate revandin û ji wê rojê heta niha derheqê Ehmed de tu agahî nayên parvekirin.
Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk daye destpêkirin di roja 141’an de didome.
Gelê Sêrtê ku bendewariyên xwe yên ji Hevşaredarên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi vegotin, wiha got: “Li dijî şaredariya qeyûm a bi feraseta yekperest dihate birêvebirin, divê şaredariya me herkesê wekehev bibîne.”
Endamê YDAD’ê Hidir Sabûr ê got ku “Desthilat dixwaze di kesayeta Abdûllah Ocalan de ji hemû girtiyên din re ceza bigire” li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan kir.
Hejmara 226’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “3 hezar kes li pêş CPT'yê dicivin: Dê Azadiya Ocalan bixwazin” derket.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç, aşker kir ku têkildarî qezaya teleferîkê ya li Antalyayê 5 kes hatine girtin.
Zaroka 7 salî ku li navçeya Têlî ya Mûşê kete çem û avê ew 500 mîtroyan bir, jiyana xwe ji dest da.
Lawê girtî Hatîce Yildiz a 75 salî ku her diçe rewşa wê ya tenduristiyê xerab dibe, Alper Yildiz, anî ziman ku dayika wî di girtîgehê de her tim ji ser hişê xwe diçe.
Hevseroka DEM Partiyê ya Alaşehîrê Rûkiye Ors a di daxuyaniya taciza çawişê pispor a li Şirnexê hate şermezarkirin de axivî, wiha got: “Em ê bi mezinkirina rêxistinbûna xwe bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet.”
Li Amedê piştî serkeftina Amedsporê bi deh hezaran kes daketin qadan û serkeftin pîroz kirin.