Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
- rojane
- 16:08 24/4/2024
Yeter Sîvrî ku du keçên xwe di Komkujiya Madimakê de winda kiribû û bi salan ji bo edaletê têdikoşiya, li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin wefat kir.
Yeter Sîvrî ku du keçên xwe di Komkujiya Madimakê de winda kiribû û bi salan ji bo edaletê têdikoşiya, li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin wefat kir.
Di danişîna doza Komkujiya Gara Trênê ya Enqereyê de derket holê ku telefona kesê bombevan anîne, ji aliyê polîsan ve hatiye guhdarkirin.
Piştî biryara qedexekirina Qada Taksîmê li 1’ê Gulanê, sendîka çûn qadê û gotin ku ew biryara walîtiyê nas nakin.
Bi boneya 109’emîn salvegera Qirkirina Ermenan li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn û ev bang hate kirin: “Qirkirinê qebûl bikin û lêberînê bixwazin.”
Derket holê ku ser daxwaza Fransayê bi ser studyoyên Stêrk Tv û Medya Haber Tv’yê de hatiye girtin.
Polîsan bi ser avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê de girtin.
Ji bo aktîvîsta TJA’yê Sumeyye Gok û endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê M. Mîraç Dînç ku wezîrê karên hundir ê berê Suleyman Soylu hedef nîşan dabû, cezayê muebbetê hat xwestin.
Di Doza Komkujiya Gara Enqereyê de dozgerî mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest Erman Ekîncî ji ber sûcê “binpêkirina pergala destûra bingehîn” were cezakirin û xwest 10 bersûc jî bên berdan. Dozger di mutalaayê de cih neda “Sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin” û vê rê li ber bertekan vekir.
9 rojnamevan duh bi operasyoneke ku navenda wê Stenbol hatin binçavkirin. Hempîşeyên wan ên xwestin hevalên wan bên berdan bang kirin ku piştevanî were mezinkirin.
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku hewl tê dayîn têkoşîna azadiyê ya jinên kurd bi polîtîkayên şerê taybet hedef bê girtin û wiha got: “Em weke Meclisa Jinan, ligel têkoşîna azadiyê ya jinên kurd û tevgerên jinan ên Tirkiyeyê li dijî van êrişan ji bo azadiya xwe piştevaniya jinan mezin bikin.”
Dema binçavmayînê ya 9 rojnamegerên di serdegirtinên malan ên li Stenbol, Enqere û Rihayê de hatibûn binçavkirin rojekê hate dirêjkirin.
Li gelek bajarên ji ber binçavkirin û zextên li ser xebatkarên Çapemeniya Azad daxuyanî hatin dayîn û hat gotin ku astengkirina rojnamegeriyê sûc e.
Bi boneya 109’emîn salvegera Qirkirina Ermenan daxuyanî hatin dayîn û banga “hevrûbûnê” hate kirin û hat xwestin li ser bingeha hemwelatiya wekhev gav bên avêtin.
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket û êdî nikarin bên bikaranîn.
Li Mereşê Sûltan Akgul a 4 salî ji aliyê pismamê xwe A.A. yê 14 salî ve hate kuştin.