ÎHD: Jiyana Makbûle Ozer di bin xetereyê de ye
- rojane
- 16:03 27/4/2024
ÎHD, bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Makbûle Ozer a 82 salî û ev bang kir: “Jiyana wê di bin xetereyê de ye divê were berdan.” Dayikên Aştiyê yên Amedê jî bi gotinên “Makbûle li der ve be dê bikare çi sûcî bike? Em van qanûnên faşîst ên jineke pîr digirin qebûl nakin” bertek nîşan dan.