Mamoste li dijî tundiyê li qadan e
- rojane
- 13:40 10/5/2024
Perwerdekar li dijî kuştina mamosteyekî li Stenbolê dev ji kar berdan û xwestin pêşî li tundiyê were girtin.
Perwerdekar li dijî kuştina mamosteyekî li Stenbolê dev ji kar berdan û xwestin pêşî li tundiyê were girtin.
Îdianameya 9 rojnamevanên ku Esra Solîn Dal, Mehmet Aslan û Erdogan Alayûmat ên girtî jî di nav de pêşkeşî dadgehê hate kirin.
Rojnameger Celal Başlangiç li bajarê Kolnê yê Almanyayê hate definkirin.
Gelek girtiyên ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê dihatin ragirtin sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.
Dadgeha Bilind cezayê bi îdiaya “bi awayekî aşkere agahiyên ne rast di nava gel de belav kiriye” cara ewil li rojnamevan Sînan Aygul hatibû birîn xera kir.
Ji welatiyê bi navê Îsmet Bîlîr ê ji bo komkirina gihayan çûbû herêma Behra Hincê 4 roj bûn agahî nedihatin girtin. Cenazeyê Bîlîr hate dîtin.
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li pêşiya Wezareta Dadê ku ev demekî dirêje bi çalakiya xwe ya bêîteatiya sivîl bûye sembola lêgerîna edaletê, dikeve roja 100’emîn.
Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Ruştu Tîryakî têkildarî îdiayên “karker ji kar tên avêtin” wiha got: “Qeyûm tu kes ji wan li gorî pêdiviyê negirtine kar. Bi hezaran kes ne li gorî ûsûlê li gorî têkiliyên siyasî girtine kar.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku divê destûra bingehîn a nû demokratîk û sivîl be û da zanîn ku dê biryara di Doza Kobanê de di vê mijarê de girîng be.
Bi daxwaza girtina Ziya Turk ê ku li Wanê hevşaredar, rêxistinên civaka sivîl, kes, midûr û serokên daîreyan hedef nîşan da û ji qeyûman bi milyonan lîre standibû were girtin, serlêdana sûc hate kirin. Di daxwaznameyê de hat xwestin ku Turk tavilê were girtin û mal û milkê wî were lêkolînkirin.
Parlamenterên DEM Partiyê yên li qada qezayê ya Licikê lêkolîn kirin gotin ku sedî bi sed paşguhkirin heye.
Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê yên li Girtîgehan di navbera salên 2021 û 2023’yan herî kêm berdana 384 girtiyan hate taloqkirin. Endama ÎHD’ê Nûray Çevîrmen destnîşan kir ku divê lijneya ku “mafê hêviyê” ji holê radike bê betalkirin.
Hêzên rejîma Îranê kolberê bi navê Salar Ahmediyan qetil kir.
Anke Klavjer a ku bandor ji berxwedana kurdan girt û hat Amedê, got: "Min hinek jinên kurd nas kirin. Pir bihêz û afirîner in. Û têra xwe azad in. Gava ez li cem wan im, ez xwe pir bihêz û azad hîs dikim. Lewma min tesîr ji wan girt."