Ji Stenbolê berteka li dijî qeyûm: Em qebûl nakin
- rojane
- 10:27 08/6/2024
Welatiyên li Stenbolê dijîn bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dan û bi lêv kirin ku ji bo welatekî demokratîk dê li dijî qeyûm têbikoşin.
Welatiyên li Stenbolê dijîn bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê dan û bi lêv kirin ku ji bo welatekî demokratîk dê li dijî qeyûm têbikoşin.
Girtiya nexweşa giran Fatma Ozbay a li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin, tevî nexweşa penceşêrê ye jî kontrolên wê yên rûtîn nayên kirin.
Berdana Sedat Atsiz ê 30 sal in girtiye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin, cara duyemîn hat taloqkirin. Malbata Atsiz li dijî binpêkirinê serî li ÎHD'ê da.
Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, dernakevin hevdîtin û telefonên malbatê û dadgehan boykot dikin.
Wezareta Karê Hundirîn ragihand ku HPG’î Îlyas Ayaz di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye. Derket holê ku Ayaz û HPG’iyekî din wek birîndar rakirine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêma Wanê.
Li Girtîgeha Marmarayê bi hinceta protestokirina Komkujiya Girtîgehê ya di 19'ê Kanûnê de, li 14 girtiyan cezayê dîsîplînê hat birîn.
Parezerê OHD'î Azat Bayram, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li hemû qadên jiyanê belav bûye û got: "Tecrîda girankirî ya bi awayekî zincîrkirî li girava Îmraliyê dest pê dike, li hemû kolan, tax, sazî, kes û civakê belav dibe. Jehrkuja tecrîda girankirî têkoşîna hiqûqî ya hevpar e."
Parêzer Alî Qurbanî ku ji bo Hatem Ozdemîr ê ku Îranê cezayê darvekirinê lê biriye hewl tevdigere, diyar kir ku 50 rojî mafê parêzertiyê yê Ozdemîr esas nehatiye girtin û dibe ku cezayê darvekirinê ji nişka ve bê înfazkirin.
Di çalakiyên nobedê yên li dijî desteserkirina vînê de peyama, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hat dayîn.
Danişîna Doza Dayikên Aştiyê ku tevî biryara Destûra Bingehîn jî çalakiyên wan tên astengkirin, ji bo "dayina parastina bersûcên parastina xwe nedane" hat taloqkirin.
Ji 7 ferdên malbata Gezîcî ku dihat xwestin cezayê muebeda giran li wan bê birin, 2 kes jê hatin berdan û der barê 5 kesan de jî biryara domandina girtinê hat dayîn.
Xizmên Windayan dê sibê li Amedê cara 800’emîn bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” bên ba hev.
Protestoyên li Colemêrgê li dijî xespkirina îradeyê hatine destpêkirin di roja 5’an de berdewam dikin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di serdana esnafan de wiha got: “Yên me nas nekin em wan qet nas nakin.”
Hat zanîn ku li navçeya Payîzava wesayîta leşkeran qelibî û 4 leşker birîndar bûn.