Li Colemêrgê nobeta li dijî qeyûm dest pê kir
- rojane
- 23:09 26/6/2024
Şandeya DEM Partiyê ya ji endamên hilbijartî yên ji Wan û Agiriyê pêk tê, li dijî desteserkirina îradeyê li Colemêrgê çalakiya nobetê hate destpêkirin.
Şandeya DEM Partiyê ya ji endamên hilbijartî yên ji Wan û Agiriyê pêk tê, li dijî desteserkirina îradeyê li Colemêrgê çalakiya nobetê hate destpêkirin.
Siyasetmedar Leyla Guven ku di girtîgehê de ye, ji bo 16 nûnertiyên sefaretxaneyên Enqereyê name şand û di nameyan de diyar kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd demildest bikevin nava tevgerê.
9 ciwanên endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ku hatibûn girtin, piştî îdianameya wan ji aliyê 19’emîn Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin, bi tensîpê hatin tahliyekirin.
Di danişîna doza KOmkujiya Garê de ku DAIŞ'ê pêk anîbû û 103 jiyana xwe ji dest dabûn, biryar nehat dayîn û danişîn taloqî 1'ê Tîrmehê hat kirin.
Li Cizîrê trafo teqiya û di encama teqînê de şewat derket.
Di doza Komkujiya Garê de malbatan bertek nîşanî şandeya dadgehê dan. Parêzeran jî wiha gotin: “Heke komkujiyek neyê ronîkirin, teqez têkiliya wê bi dewletê re heye.”
Şeyma Onal a OHD’î destnîşan kir ku di girtîgehên li Herêma Marmarayê de tecrît, tundiya fîzîkî û derûnî zêde bûye û wiha got: “Divê tecrîda derveyî hiqûqê ya li ser Abdullah Ocalan tê sepandin were rakirin, gav bên avêtin.”
Waliyê Amedê Alî Îhsan Su ji ber temenê xwe yê mezi teqawid bû. Li şûna wî jî Cîgirê Walî Abdullah Çîftçî hate tayînkirin ku weke qeyûm hatibû bajar û weke “Qeyûm Veşarî” yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dihat zanîn.
Li Başûrê Kurdistanê dîroka hilbijartinên parlamentoyê yên ev 2 sal in tê taloqkirin dê di 20’ê cotmehê bên lidarxistin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşma “Em plansaziya paşeroja xwe bi hev re dikin” dê li pêşiya avahiyê şaredariyê ji sibê pê de rojên gel li dar bixe.
Waliyê Mêrdînê û AKP’î çûbûn şîna li navçeya Şemrexê û DEM Partiyî hedef girtibûn. Yek ji gundiyên di dîmenan de cih digirt Mecît Demîr wiha got: “Li gorî xwe werger kirine. Ez ê çawa bibim alîgirê AKP’ê? Bila min bibin Meclisê ez ê heman tiştan li wir jî bibêjim.”
Ji ber 3 axaftinên cuda li parlamenterê HDP’ê Îdrîs Balûken cuda cuda salek û 3 meh bi komî 3 sal û 9 meh cezayê hefsê hate birîn.
Xizmên girtiyan tevî astengkirinan jî li pêşiya Wezareta Dadê çalakiya xwe li dar xistin û peyama “Heta Ocalan azad nebe tu kes azad nabe” dan.
Li ser giliyê polîsekê, bi îdiayên “heqaret” û “Li dijî polîsan li ber xwe daye” doz li Emîne Şenyaşar hate vekirin.
Malbatên ku di danişîna biryarê ya doza Komkujiya Garê de mafên axaftinê wergirtin, xwestin ku hemû berpirsyar bên darizandin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak wiha got: “DAIŞ’ê ev komkujî bi tena serê xwe nekir, hevkarê wê heye, ew jî AKP ye.”