Keleka penaberan noqî avê bû: 89 kes mirin
- rojane
- 11:49 05/7/2024
Li gorî agahiyên destpêkê di keleka penaberan a li peravên Morîtanyayê de noqî avê bû 89 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên destpêkê di keleka penaberan a li peravên Morîtanyayê de noqî avê bû 89 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar ku ew ê kampanyaya “Nan û Edaletê” bidin destpêkirin û got: “Ji bo kar, dahat, azadî, ked û xweha eniya xwe em bi hev re xwedî li kampanyayê derkevin.”
Tirkiye û komên bi ser wê ve di meha hezîranê de li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê 18 kes qetil kirin, bi dehan kes revandin, îşkence kirin û destdirêjî li zarokan kirin.
Li aliyekî hê birîna cezayên DEDAŞ’ê ku bi îdiaya “ceyrana qaçax” li welatiyan dibire didome, li aliyekî din jî vê carê şirketa Diyargazê ku xwediyê wê parlamenterê AKP’ê ye bi îdiaya “gaza qaçax” 21 hezar lîre cezayê pereyan li nivîskar Hogir Berbir birî.
Tevî biryara beraetê ya DMME’yê û dadgeha herêmî jî 3 cezayên disiplînê yên girtiyê 32 salan Fermanî Çetîn nehatin betalkirin û bi hinceta van cezayan tehliyeya wan hate taloqkirin.
Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê Bahrî Ogûz diyar kir ku divê sûcên li dijî penaberan tên kirin ne wekî yên "edlî" di çarçoveya "sûcê li dijî mirovahiyê" de esas bê girtin.
Meşvanên ku tev li “Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re" bûn, dan zanîn ku ev dê tekoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên qirêj bidomînin û wiha gotin: “Armanca me ne tenê polîtîkayên qeyûm, di heman demê de em li ber tecrîd, şerê taybet e û krîza aborî jî radibin."
Çêkirina Nexweşxaneya Bajêr a Şirnexê ku dihat gotin wê di meha adarê de bê vekirin hê jî neqediyaye. Serokê Şaxa SES'ê yê Şirnexê Samet Kaya diyar kir ku bi salan e li Şirnexê pirsgirêka nexweşxaneyan nayê çareserkirin welatî nikarin xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez ku bi hevalên girtiyê nexweş Yildirim Han ê di 20'ê hezîranê de jiyana xwe ji dest da re hevdîtin kir, da zanîn ku girtiyan ragihandine ji ber ku Han nehatiye dermankirin jiyana xwe ji dest daye.
Nobeta ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê ve li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hatiye destpêkirin, di roja 27’emîn de berdewam dike.
Meşa Rêzgirtina li Vînê' ya ji bajarên Tirkiye û Kurdistanê ve berbi Colemêrgê hat destpêkirin gihişt 65 kîlometreyî Meşvanên îro zîncîra mirovahiyê ava kirin, tevî hewaya germ meş bi biryar domandin.
Siyasetmedar Sebahat Tûncel bi welatiyan re hat gel hev û got sedema pisgirêkên welat pirsgirêka kurd e û got wê li dijî dewleta ku Tirsê diafirîne wê wêrekiyê xurt bikin.
Li Çiyayê Cûdiyê ji ber sedemeke nediyar şewat çêbû. Bi tu awayî mudaxileyî şewatê nayê kirin.