Leşkerekî ku govend gerand hate girtin
- rojane
- 22:11 29/7/2024
B.S. yê di keyfxweşiya leşkeriyê de strana kurdî got û govend gerand li Aydinê hate girtin.
B.S. yê di keyfxweşiya leşkeriyê de strana kurdî got û govend gerand li Aydinê hate girtin.
Stranbêjên herêmî yên li dawetê stranên kurdî gotin bi sûcdariya “propagandaya rêxistinê” hatin girtin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ya li Hatayê bi mexdûrên “Qanûna Qada Rezervê” re civiya, hişyariya “Hewl nedin avahiyên nikarin xwe li ber erdhejê bigirin ava bikin” kir û ji bo avakirina avahiyên nû pêşniyar kir ku “şandeyeke serbixwe û kontrolkirinê” bê avakirin.
Girtina kesên li ber stranên kurdî govend gerandin hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li her qada lê ne tevlî govenda berxwedanê bibin û bi dengekî bilind stranên xwe bistirên.”
OHD û Baroya Amedê kesên ku nivîsên hişyariyên bi kurdî jê birin gilî kirin.
Malbatên girtiyan ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd çalakiya “Deng bide azadiyê” didomînin, banga “Rê li ber Îmraliyê vekin” kirin.
Sekreterê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Bekir Sitki Keçecî da zanîn ku nameyên kurdî û pirtûkan nadin girtiyan.
Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer li Wanê bi rojnamegeran re civiya û wiha got: “Tayînkirina qeyûman tiştekî rast nîne. Gelê Wanê ev biryara xelet vala derxist. Ji ber têkoşîna gel a li dijî van operasyonan ez wan pîroz dikim.”
2’yemîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind dozekî dest ji hev berdanê lêkolîn kiriye tundiya zilam û parvekirinên jinê yên ser medya dîjîtal hatine kirin wek “biqusuriya wekhev” dît.
Di bîranîna 33 kesên li navçeya Seravê hatin qetilkirin de hat xwestin ku ji bo bîranîna qurbaniyan bîrdariyek were çêkirin û ji malbatên wan lêborîn were xwestin.
Li daristana Çiyayê Efkarê yê navçeya Şemzînanê şewat derket.
Li ser giliyê Fermandariya Cendirmeyan a Gumuşhaneyê ji bo navê qada ajansa me biryara astengkirinê hate dayîn. Li dijî biryara astengkirinê îtîraz hate kirin. Di serlêdanê de hat gotin ku bi biryara dadgehê re “azadiya çapemeniyê û azadiya xweîfadekirinê hatine binpêkirin.”
Welatiyên Amedê bertek nîşanî reşkirina nivîsên hişyariyê yên bi kurdî dan û weke “Dijminatiya li dijî kurdan” nirxandin.
Li Mêrsînê hinek ciwan hatin girtin û hinceta girtinê jî dirûşma “Bijî Serok Apo” hate nîşandan. Lê belê gelek biryarên AYM û DMME’yê hene ku dibêjin dirûşma “Bijî Serok Apo” sûc nînin.
1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dihokê 3 sal cezayê hefsê li rojnameger Silêman Ehmed birî.