Ciwanên ku di xwepêşandanên li dijî qeyûm de hatibûn girtin hatin berdan
- rojane
- 23:14 20/8/2024
Ciwanên ku di 6’ê hezaranê de li Colemêrgê di protestoyên tayînkirina qeyûm de hatibûn girtin, tehliye bûn.
Ciwanên ku di 6’ê hezaranê de li Colemêrgê di protestoyên tayînkirina qeyûm de hatibûn girtin, tehliye bûn.
Berdevkê KESK'ê yê Şirnexê Samet Kaya ku di daxuyaniya di çarçoveya çalakiya qirkirina li dijî xwezayê de axivî, bi lêv kir ku talana xwezayê ji qadên jiyanê re xetereyan derdixîne û got: "Em ê li dijî talana xwezayê têkoşîna xwe bidomînin."
Hate zanîn ku girtî Seyîtxan Yaman ê dayika xwe piştî hevdîtina li girtîgehê di rêya vegerê de winda kir, sewqî girtîgeheke ku ji bajarê xwe dûrtir hatiye kirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan welatiyên ku ji şewata li Karşiyakayê derket bi bandor bûne guhdar kir, xwest ku taxên zirar dîtine weke herêma afete bê îlankirin.
Di qezaya trafîkê ya li Êlihê çêbû de ji heman malbatê 4 kesan jiyana xwe ji dest da.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Serokkomariyê da.
Li Wanê li ser pereyên 200, 100 û 50 lîreyî wêneyê Mahsum Korkmaz û nivîsek taybet hat xêzkirin û nivîsandin.
Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş, bi telefonê li malbata Şenyaşar a bi daxwaza edaletê li Meclisê çalakî da destpêkirin geriya û îdia kir ku çalakî dê zirarê bide nirxê Meclisê.
Emîne Şenyaşar a ku nobeta xwe ya edaletê bir ber Serokatiya Meclisê, bang li Serokkomarê AKP’yî Erdogan kir û got: “Heke hewce bike ez ê li Meclisê rakevim.”
Di nûçeyeke ku Kovara Private Eye ya ingilîzan amadekiriye de malbata Barzanî bi gotinên “Rêxistineke mafyayê ku berîkên xwe tejî dike” hate pênasekirin.
Balefirên bê mirov û biçek ên Tirkiyeyê vê sibehê bajaroka Şarbajêr û Balekayetî bombebaran kirin.
Şêwirmendê Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Kerîm Nurî ragihand ku hejmara kesên ku ji Kampa Hol a li rojavayê Kurdistanê vegeriyane Iraqê nêzî 4 hezar kes in. Her wiha eşkere kir ku ji bo vegera koçberan a ji kampên li Hewlêr û Dihokê lihevkirin di navbera hikûmeta Iraq û Herêmê de hatiye kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku 41 meh in tu agahî jê nayên girtin, serlêdan kir.
Şaredariya Geverê ku du deman qeyûm tayinî wê hat kirin û milyarek TL deynê wê heye, tevî hemû taxrîbatên qeyûm jî rêveberiya DEM Partiyê bênavber xizmetê dike.
Yaşar Er, birayê Îbrahîm Er ê ku 30 sal in girtî ye û niha di Girtîgeha Tîpa L a Panosê de ye, got: "28 sal in platîn di lingê birayê min de ye. Lê ji ber ku baş nayê dermankirin her diçe demarên lingê wî yê çepê zirav bûne."