ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2024'AN
- rojane
- 09:00 25/8/2024
Nobeda ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Beyoglûyê tê girtin, di roja 70’an de ye. Di nobedê de bang hat kirin ku li her derê welêt li dijî desteserkirina îradeyê dengê xwe bilind bikin.
DFG, MKG û DÎSK Basin Îş ku têkildarî qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadînê daxuyaniyeke hevpar dan, bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî kirin û gotin: "Li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li hemberî çapemeniya azad dengê xwe bilind bikin."
Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû ya bertek nîşanî qetilkirina rojnamevanan a li Silêmaniyê da wiha got: “Me duh li dijî êrişan serî netewand, em ê îro jî netewînin.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kongreya partiya xwe ya Îdirê de axivî û got: “Bi birêz Ocalan re rûnên û pirsgirêka kurd çareser bikin. Ev wê rê li ber aştî, azadî û wekheviya Tirkiyeyê û kurdan veke.”
Ji bo rojnamevan Gulistan Tara ya di êrişa SÎHA’yê ya dewleta tirk de hate qetilkirin şîn hate danîn. Şîna Tara bi girseyî hate ziyaretkirin.
4 cenazeyên endamên HPG'ê ku di pevçûna li bejahiya Elkê de jiyana xwe ji dest dane li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin.
ÎHD’ê nerazîbûn nîşanî qetilkirina du rojnamevanên li Silêmaniyê da û got: “Em Tirkiyeyê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê vedixwînin berpirsiyariyê.”
Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê banga berdana girtiyên nexweş hat kirin û hat xwestin ku tavilê bên berdan.
Di daxuyaniya ku Pêkhateyên Amedsporê, YÎK’ê û Rêveberiya Amedsporê bi awayekî hevpar da de wiha hate gotin: “Bila hemû alîgirên me yên dil dane Amedsporê û di nava hesreta cîhaneke adil û mirov bikare lê bijîn de ne bila bizanin ku tiştekî ku kulûba me nikare aşkere bike nîne.”
Dewleta tirk vê carê li Dihokê êrişî wesayîta malbateke ereb kir, tê gotin ku kuştî û birîndar hene.
Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş di kongreya MEBYA-DER’a Êlihê de axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan belavî ser gelên Rojhilata Navîn bûye û got: “Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e.”
Rêveberên DEM Partiyê jî di nav de 6 kesên ku ji ber li ber stranên kurdî govend gerandin hatibûn binçavkirin dê roja duşemê bibin edliyeyê.
Zarokên Mehmet Yaşar ê beriya 30 salan piştî li Torosa Spî hate siwarkirin careke din agahî jê nehate wergirtin, ji çalakiya Dayikên Şemiyê re name şand û wiha got: "Em weke zarokên te her tim bi te serbilind bûn. Tu temenê min yê şeş salî yî ku 30 sal in mezin nabe."
Seroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Iraqê Dîlan Xefûr êrişa dewleta tirk ya li ser rojnamevanan bi tundî şermezar kir û got; “Erka hikumeta federale li dijî van êrişan tedbîran bigirin û hesab ji faîlên wê bipirse.”