ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2024'AN
- rojane
- 09:00 27/8/2024
Berovajiyê gelek cihên din êzidiyên ji ber fermanê neçar mabûn cihê xwe terk bikin, vedigerin Şengalê. Di vê çarçoveyê de 130 malbatên din ji Wargeha Êsya ya Dihokê vegeriyan herêma Qibletê ya Şengalê.
Di nobeta li dijî qeyûm de ya li Qada Şîşhaneyê hatiye destpêkirin, rojnamevanên hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.
Li Stenbolê 3 kesên ji ber ku stranên kurdî hatibûn binçavkirin, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" û "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.
Di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" de li taxa Cûdî paraznameyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin xwendin.
Bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" siyasetmedarên kurd, rojname û rojnamevan jî di nav de gelek hesabên X'ê hatin astengkirin.
Di çalakiyên li dijî qetilkirina rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Behdînan ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin qetilkirin, wiha hat gotin: "Wê li her derî dengê heqîqetê bilind bibe."
Rêxistina DEM Partiyê ya Şemzînanê têkildarî zimandirêjî û gefên ji aliyê şaredarê AKP’î ve li partî û rêveberên wan tê kirin daxuyanî da û wiha got: “Tu kes nikare zimandirêjiyê li partiya me bike. Bila lêborînê ji partiya me û gelê Şemzînanê bixwazin.”
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku divê li dijî polîtîkayên dijminane yên AKP’ê û MHP’ê berê xwe bidin Îmraliyê û wiha got: “Fikir, raman, nêrînên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan û Rojhilata Navîn yekane çare ne.”
Vegera Şengalê ya koçberên ezidî bênavber didome. Di demên dawî de ji ber aramiya li Şengalê, êzidî kom bi kom ji kampên PDK’ê vediqetin û berê xwe didin Şengalê.
Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren ê karkerên ji ber guhdarkirina stranên kurdî hatine binçavkirin û girtin aniye rojeva Meclisê pirsî: “Ma guhdarkirina stranên kurdî sûc e?”
Kesên li navçeya Sûra bi bombeyên deng êrişî Hewş Kafeyê kirine, piştî mehek bi ser berdana êrişkaran wan derbas bû, vê carê jî êrişî xwediyê kafeyê kirin. Di encama êrişa duyem de destê birayê xwediyê kafeyê derizî.
Hate diyarkirin ku dewleta tirk bi balafira bêmirov û biçek derdora gundê Şînkê ya ser bi Şarbajêr ya girêdayî Silêmaniyê bombebaran kiriye.
Girtî Abdulkadîr Bozkurt ê di girtîgehê de tê ragirtin, hate derbkirin. Malbata Bozkûrt gardiyan gilî kirin.
Emîne Şenyaşar a di dawiya hefteyê emeliyat bû, piştî ku ji nexweşxaneyê tabûrcî bû, ji bo têkoşîna xwe bidomîne hate Meclisê.