Demîrtaş: Dem dema xebateke samîmî û bi hev re ye
- rojane
- 16:25 12/5
Selahattîn Demîrtaş biryara PKK’ê nirxand û wiha got: “Ji bo mezinbûna Tirkiyeyê di her warî de dem hatiye ku em bi hev re û ji dil bixebitin."
Selahattîn Demîrtaş biryara PKK’ê nirxand û wiha got: “Ji bo mezinbûna Tirkiyeyê di her warî de dem hatiye ku em bi hev re û ji dil bixebitin."
YE’yê têkildarî biryara PKK’ê ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî daxuyaniyeke fermî da û got: “Gavekî erênî ye. Divê ev firsenda dîrokî baş bê nirxandin.”
Îhsan Elîaçik biryarên PKK'ê weke ‘dîrokî û wêrek’ bi nav kir got, "Divê dewlet ji bo statuya qanûnî gav biavêje." Yek jî jê damezrînerê AKP'ê Kemal Albayrak diyar kir ku divê mafên welatîbûnê yên her kesî werin parastin.
Nivîskar Ayşegul Devecîoglû diyar kir ku divê her kes biryarên kongreyê yên PKK’ê baş binirxîne û got: “Divê em bi hev re bi yekdestî zorê bidin îktîdarê ku ji bo temînata hiqûqî ya pêvajoyê gavan biavêje.”
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan biryarên kongreya PKK’ê nirxand û got: “Ev ne tenê biryareke fesixkirinê ye. Bangekî ji bo guherîn û veguherînê û pêvajoyeke avakirinê ya nû ye.”
Şaxa OHD'ê ya Rihayê diyar kir ku divê di mijara tehliyekirina girtiyên nexweş tenê ATK xwedî biryar nebe û xwest saziyên serbixwe beşdarî vê proseyê bibin.
Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diyar kir ku biryara PKK’ê re divê pirsgirêka Kurd li ser zemîneke demokratîk were nîqaşkirin û wiha got: “Divê gavên qanûnî ku zemîna demokratîk ava dikin bên avêtin.”
Berdevkê YNK’ê Seddî Ehmed Pîre têkildarî biryarên kongreya PKK’ê axivî û got: “Gaveke erênî ye.”
Li Amedê bager rabû û bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan kir.
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan biryarên PKK’ê nirxand û got: “Divê Meclis bikeve dewrê. Erk û berpirsyartî dikeve ser milê her kesî.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, qala Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn kir û got: “Tu destkeftî wisa bi hêsanî nehatin bidestxistin.”
Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî biryarên PKK'ê d’xuyaniyek da û got ku rûpeleke dîrokî hatiye vekirin.
Piştî encama danezana Kongreya 12’emîn a PKK’ê aşkere bû, hîseyên ASELSAN’ê qîmeta xwe winda kir.
Di danişîna doza rojnameger Semra Turan, Tolga Guney, Delal Akyuz û Melîke Aydinê de ji bo Semra Turanê biryara beraetê hate dayin. Ji bo Akyuz, Guney û Melîke Aydin jî daxwaza cezayê hate kirin.
Alî Haydar Kaytan ku di kongreya PKK’ê de weke sembola “Dilsoziya Rêbertî, Heqîqet û Jiyana Pîroz” hate ragihandin, piştî axaftina 2-3 saetan a bi Abdullah Ocalan re “rastiya Kurd û Kurdistanê” nas kir û di tevahiya emrê xwe de bênavber têkoşiya.