2 zarokên diçûn kursa Quranê sê roj in winda ne
- rojane
- 10:48 10/10/2024
Li navçeya Hezexê zarokên bi navê Enes Duzgun û Enes Aruz ên ku diçin kursa quranê agahî ji wan nayê girtin. Kurxalê Aruz, Salîh Aruz da zanîn ku seydayê kursa Quranê ji malbatê re gotiye ku saet li dehê şevê ji kursê derketine lê di qeyda kamerayê de derketiye holê ku saet dozdehê şevê derketine.