Meclisa Şaredariya Êlihê civiya: Kolan ên me ne
- rojane
- 15:30 04/11/2024
Şaredariya Êlihê Civîna Asayî ya Mijdarê ya Meclisa Şaredariyê li pêşiya şaredariyê li dar xist ku di dorpêça polîsan de ye.
Şaredariya Êlihê Civîna Asayî ya Mijdarê ya Meclisa Şaredariyê li pêşiya şaredariyê li dar xist ku di dorpêça polîsan de ye.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Êlihê tayînkirina qeyûm şermezar kir û got: "Tu derdê van ê aştiya navxweyî tune ye. Em ê li dijî darbeyan serî netewînin." Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku bi destdirêjkirinê dîsa înkara kurdan plan kirin.
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk di çalakiya protestokirina qeyûm de axivî û wiha got: “Em ê serî netewînin. Em ê paşvegavê neavêjin.”
Li Mêrsînê li dijî tayînkirina qeyûman a li 3 şaredariyan meş hat lidarxistin û tayînkirina qeyûman hate protestokirin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî tayînkirina qeyûm bertek nîşan da û wiha got: “Ahmet Turk kevoka aştiyê û kesekî zana ye. Ez ê li cem wî bim.”
DEM Partiyê ji ber tayînkirina qeyûman biryar da ku hefteyekê tev li xebatên Meclisê nebe. CHP’ê jî biryar da ku tev li xebatên Meclisê nebe.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di çalakiya li Êlihê de axivî û wiha got: “Em ê her bihosta xaka Kurdistanê veguherînin qada berxwedanê.”
Li Wanê polîsan êrişî xwepêşandana li dijî qeyûm kirin. Piştî êrişê rêveberên DEM Partiyê û welatiyan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û peyama “Em mîna berxwedana Wanê li dijî qeyûman rabin” dan.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê axivî û tayînkirina qeyûm weke “derbe” nirxand. Uçar, got ku kesên rewatiya wan nemaye li dijî gel darbeyê dikin.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di çalakiya protestoyê ya li Xelfetiyê wiha got: “Tiştên îro diqewin, pirsgirêkên heyî girantir dikin. Ma hûn dê yekitiya navxweyî wiha çêbikin?”
Tuncay Akkoyun ku weke qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hate tayînkirin, weke karê ewil li odeya meqamê wêneyê Erdogan daliqand.
Derket holê ku tu eleqeya lêpirsîna weke hinceta tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Xelfetiyê hatiye nîşandan bi Hevşaredar Mehmet Karayilan re nîne.
Jinên Êlihê diyar kirin ku tenê “dizî” karê AKP’ê ye û gotin ew ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin.
Hevşaredarên di çalakiya protestokirina qeyûm a li Mêrdînê de axivîn ji muxalefetê re wiha gotin: “Divê em bên gel hev, milên xwe bidin hev û vê berxwedanê mezin bikin.”
TJA, DBP û DEM Partiyê ragihand ku dê li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariyên Êlih, Mêrdin û Xelfetiyê li Semta Ofîsê ya Amedê saet di 15.00’ê de meşê li dar bixin û banga tevlibûnê kirin.